ÊLIH – Hemû malbat li ber lehiyê çû, 3 zarok winda ne

20-11-2023
Nîşan Êlih Lehî Zarok Winda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Êlihê malbatek li ber lehiyê çû. Dê, bav û 2 zarok hatin xelaskirin lê 3 zarokên malbatê winda ne.

Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê şeva borî lehî rabû.

Li Taxa Seyîdan malbateke ku ji dê, bav û 5 zarokan pêk dihat li ber ava lehiyê çû.

Tîmên parastina sivîlan dê, bav û 2 zarok rizgar kirin.

3 zarokên ku temenên wan salek, 3 sal û 5 sal in heta niha jî winda ne.

Li aliyê din, hat ragihandin ku jinek jî li ber ava lehiyê çûye û canê xwe ji dest daye.

Herwiha li Elihê ji ber lehî û barana zêde betlane hat ragihandin û dibistan îro nînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst