HPGê kuştina 8 serbazên Tirkiyê li Heftenîn û Xakurkê ragihand

29-07-2020
RÛDAW
Nîşan HPG PKK Heftenîn Xakurkê Tirkiye Başûrê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê çekdarî yê PKKê ye, kuştina 8 serbazên Tirkiyê li Heftenîn û Xakurkê ragihand.

Li gor daxuyaniya HPGê, di rojên 27 û 28ê Tîrmehê de gerîlayên wan li girê Dûpişk û Xamtîrê ser bi Heftenînê ve serbazên Tirkiyê kirine armanc û 3 serbaz li wê deverê hatine kuştin.

HPGê amaje bi wê jî kiriye, îro, 29.07.2020, li girê Lêlkanê yê ser bi devera Xakurkê 2 sengerên hêzên artêşa Tirkiyê hatine armanckirin û 5 serbazên Tirkiyê hatine kuştin.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê jî ti daxuyaniyek derbarê êriş û bombebaranên di dawîn 24 demjimêran de belav nekiriye.

Lê li gor amarên HPGê belav kirine, heta niha 246 serbazên Tirkiyê hatine kuştin û 27 gerîlayan canê xwe ji dest dane.

Roja 15ê Hezîranê Artêşa Tirkiyê, bi rêya asmanî operasyona ‘Çengê Baz’ û roja 17ê Hezîranê jî bi rêya zemînî operasyona ‘Çengê Piling’ da destpêkirin.

Li gor raporta ku komîteyên ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve hatibûn raspardin ji bo lêkolînkirina ziyanên şer û topbaranê li navçeyên sînorî,  di encama  wan operasyonên Tirkiyê yên di naverasta meha Hezîranê de li sînorê Başûrê Kurdistanê dabûn destpêkirin, 504 gund hatine valakirin.

Her li gor raporta wan komîteyan Tirkiyê sînorê Başûrê Kurdistanê bi firehiya 40 kîlometre û kurahiya 15 kîlometre derbas kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst