Li Amedê ciwanek di Çemê Dîcleyê de xeniqî

29-06-2023
RÛDAW
Nîşan Amed Xeniqîn Çemê Dîcle Bismil
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bismilê ya ser bi parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ve ciwanekî 26 salî dema xwest di nav Çemê Dîcleyê de xwe hênik bike, xeniqî.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, doh li gundê Bozçalî yê girêdayî navçeya Bismilê, ciwanê 26 salî yê bi navê E.E.H ku xelkê Sûriyê ye, dema dikeve nav Çemê Dîcleyê daku xwe hênik bike, dikeve ber pêlan û wenda dibe.

Li ser agahdarkirinê, tîmên AFAD, tendirustî û cendirme diçin cihê bûyerê.

Di encama kar û xebatên lêgerînê yên tîman de termê ciwanê navborî ji nav çem hat derxistin.

Term ji bo otopsiyê bo Saziya Tiba Edlî ya Amedê hat veguehstin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst