Çîroka xeniqîna pênc endamên malbatekê li çemê Xabûrê

29-06-2019
Yûsif Mûsa
Malbateke 8 kesî ji bo seyranê çûbûn çemê Xabûrê û ji wan 5 kes, di çem de xeniqîn
Malbateke 8 kesî ji bo seyranê çûbûn çemê Xabûrê û ji wan 5 kes, di çem de xeniqîn
Nîşan Xeniqîn Malbat Çemê Xabûrê
A+ A-

Zaxo (Rûdaw) – Li gundê Dukerê yê li sînorê Zaxoyê, malbateke heşt kesî bi mebesta seyranê berê xwe dabûn çemê Xabûrê û ji wan pênc kes, di nav avê de xeniqîn.

 

Li gor zanyariyên ku Rûdawê ji xizmên wan bi dest xistine, destpêkê keçeke wê malbatê ya bi navê Solîn Hesen ku temenê wê 17 salî bû, ketiye nav ava çem, bavê wî Hesen Qadir ku temenê wî 45 salî ye, hewl daye ku keça xwe rizgar bike, lê nekariye rizgar bike.

 

Piştre dayîka keçikê hewl dide ku wan herduyan rizgar bike, piştre du birayên keçikê jî, lê hemû dixeniqin û nikarin ne Solîn û ne jî xwe rizgar bikin.

 

Heta niha tenê termê sê endamên malbatê; keçik, dayîk û birayek hatine dîtin û termê bav û birayê din ne diyar in.

 

Şeva derbasbûyî, termên wan sê endamên malbatê li Goristana Tilkeber a Zaxoyê hatin veşartin û lêgerîna termên du kesên din berdewam e.

 

Li gor amaran, ji destpêka îsal ve heşt kes li Zaxoyê di nav avê de xeniqîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst