Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Tirbespiyê yê Rojavayê Kurdistanê xwedîkirina gamêşan ji bo çêkirina to berdewame û debara sereke ya jiyana hinek malbatan e.
Li Tirbespiyê çêkirina to an jî qeymaxê gamêşan çavkaniya sereke ya debara jiyana beşek ji xelkê ye.
Xwediya gamêşan Dayîka Nasir dibêje "Sibeh û êvaran şîrê me heye. Em şîr li ser agir dikelînin û dihêlin heta baş bikele û piştre em dixin nav firaxan û bi sepeteke taybat ya darî dadipûşîn."
Piştî dotina çêlekan, şîrê wan çend demjimêran li ser agir dikelînin. Piştre dixin nav teştekê bo sar bibe.
Dayka Nasir got jî "Piştî ku em qeymaxê wê jê cuda dikin, beşê xwarê ku şîre em difiroşin kargehên qeşaşîr yan jî em têxin mast."
Piştî ku qeymax amade dibe dişînin bajêr û bi hingiv re li restorantan pêşkêşî mêhvanan tê kirin.
Nişteciyê Qamîşloyê Cume Ehmed anî ziman "Dema em deh roj yan mehê carekê tên bajêr, em serdana vê xwaringehê dikin; bo xarina sibê taştê em qeymax û hingiv dixwin. Xwarinek bi lezet e, enerjiyê dide mirov û mirov bi tendirust dihêle."
Ajeldar dibêjin, yek kîlo qeymax pêwîstiya xwe bi 10 kîlo şîrê gamêşa heye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse