Penaberên ji Tirkiyê tên vegerandin, li Idlib û Rojavayê Kurdistanê tên bicîkirin

29-05-2023
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Vegerandina Koçberan Koçberên Sûrî Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pêvajoya vegerandina koçber û penaberên Sûrî, ji Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, berdewam e û di zêdebûnê de ye. herwiha Penaberên ji Tirkiyê tên vegerandin, li Idlib û Rojavayê Kurdistanê tên bicîkirin.

Li gorî navendên lêkolînan û rêxistinên mafên mirovan, beşek ji kesên vegerandî ji Tirkiyê li Herêmên Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê, di çarçoveya proseya guherîna demografîk de, li şûna nişteciyên resen ku hatine derbiderkirin û koçberkirin têne bicihkirin .

Bi berevajî zanyariyên rêxistinên mafên mirovan, hinek ji penaberên vegerandî, ji medyaya fermî ya Tirkiyê re, behsa rewşa xwe ya nû dikin.

Penaberekî vegeriyayî ji Tirkiyê û li Girê Spî hatiye bicihkirin dibêje “Spas ji Xwedê re, her kesek vedigere karê xwe û her tişt peyda dibe û heye û rewş baş e, spas ji Xwedê re.”

Beşek ji kesên vegerndî, li navçeyên din ên Bakurê Sûriyê, li komelgehên niştecîbûnê têne bicihkirin.

Koçbereke Sûrî ya vegerandî ji Tirkiyê got “Ez li Tirkiyê niştecî bûm. Aniha vegeriyame Sûriyê, li gundekî me bi navê Kefra, komelgehên niştecîbûnê ji xelkê re hatine avakirin, ez jî li nav wan komelgehan dimînim.”

Li gorî amarên fermî yên Tirkiyê, heta niha derdora 500 hezar koçberên Sûrî ji Tirkiyê hatine vegerandin bo Sûriyê.

Bi gotina wezîrê berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar, wan ji sala 2016yan û şûnde, piştî çar operasyonan, 1 milyon welatiyên Sûrî yên li nava Sûriyê û 1 milyon koçberên Sûrî yên ji Tirkiyê hatine vegerandin, li navçeyên ku Artêşa Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê dagîr kirine, bicih kirine.

Li gorî amarên fermî, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, 3 milyon û 411 hezar û 29 koçberên Sûrî bi awayê “Parastina demkî” hene.

Ji wê hejmarê, ji destpêka sala 2023yan ve, heta niha, hejmara welatiyên Sûrî yên tomarkirî li Tirkiyê, bi qebareya 124 hezar û 969 kesî kêm bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst