Ji bo Kurdî li 3 bajaran mitîng tên sazkirin

29-05-2021
RÛDAW
Nîşan Kampaya Zimanê Kurdî Mitîng Amed. Wan Cizîr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di çarçoveya kampanyaya ku bi zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehî û fermî hatî destpêkirin de, dê li Amed, Wan û Cizîrê mitîng werin sazkirin.

Kampanya ku di 22yê Sibata îsal de ji Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî ve ya bi dirûşma “Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û pê perwerde bê dayîn” hatibû destpêkirin, berdewam e. Di çarçoveya kampanyayê de Komîsyona 21ê Sibatê ya bi ser herdu paltfornan ve biryar da ku li Amed, Wan û Cizîrê mitîngan saz bike.

Li gorî Ajansa Mezopotamya, dê mitînga bi dûrişmeyên “Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û pê perwerde bê dayîn” û “Bila sedsal 21êmîn bibe sedsala zimanê kurdî” ya destpêkê dê di 3yê Hezîranê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê pêk bê.

Herwiha bi  heman dûrişmê mitîngên ji bo piştevaniya zimanê Kurdî di 4ê Hezîranê de li Wanê û di 7ê Hezîranê de jî li Amedê bên lidarxistin. 

Hat zanîn ku ji bo mitîngên Wan û Cizîrê serlêdan hatine kirin û ji bo mitînga Amedê jî dê roja Duşemê 31ê Gulanê 2021ê de serlêdana bê kirin.

Biryar e di mitîngan de behsa girîngiya kampanya ziman bê kirin û herwiha li bajarên ku mitîng li bên sazkirin jî, ji niha de dest bi amadekariyan hate kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst