PKKyê li ser êrişan daxuyanî da

29-04-2024
Nîşan PKK Êriş Daxuyanî 1ê Gulanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – PKKyê li ser êrişên Tirkiyeyê got, “Em dê li ber xwe bidin û teqez em dê bi ser bikevin.”

Komîteya Rêveber a PKKyê 1ê Gulanê pîroz kir û bang li her kesî kir ku îsal bi çalakiyên 1ê Gulanê “Pêngava Azadiyê ya Gerdûnî” bigihînin lûtkeyeke nû.

Komîteya Rêveber a PKKyê bi wesîleya 1ê Gulanê Cejna Karkeran daxuyaniyek belav kir.

“Em dê li ber xwe bidin”

PKKyê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser êrişên dawiyê yên Tirkiyeyê û got:

“Wekî tevger û gel em dê jî li dijî van êrîşan bi rihê berxwedanê yê Îmralî û Zapê li ber xwe bidin û teqez em dê bi ser bikevin.

Têkoşîna ku gelê Kurd li dijî êrişên dewleta Tirk a faşîst, mêtinger û qirker dimeşîne, ji aliyê hemû gelên bindest ve pîroz tê pêşwazîkirin.

Operasyonên şoreşgerî yên ji aliyê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ve li her qadê bi taybetî li Zapê hatin bipêşxistin, derbên giran li artêşa Tirk a faşîst xistin ku bi artêşbûna duyemîn a NATOyê pesnê xwe dide.

Di heman demê de ev yek hêzên faşîst-qirker ditirsîne lê ji bo hemû bindestan jî çavkaniyeke mezin a moral û enerjiyê ye.”

Di daxuyaniyê de 1ê Gulanê hat pîrozkirin û hat gotin:

“Em bawer dikin ku dê bi çalakiyên 1ê Gulanê Pêngava me ya Azadiyê ya Gerdûnî hîn xurttir bibe û li her qadê belav bibe.

Em bang li hemû gelê xwe yê welatparêz û kedkar û dostên xwe yên demokrat dikin ku di vê 1ê Gulanê de kolan û qadan tiji bikin û Pêngava Azadiyê ya Gerdûnî bigihînin lûtkeyeke nû.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst