Erdexan - 25 xwendekar ji ber xwarinê bi jehrê ketin

29-04-2024
RÛDAW
Nîşan Erdexan Xwendekar Jehrîbûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erdexanê ya Bakurê Kurdistanê, 25 xwendekarên dibistaneke amadehiyê ji ber xwarinê bi jehrê ketin.

Parêzgariya Erdexanê ragihand ku 25 xwendekarên Dibistana Amadehiyê ya Anadoluyê bi gumana ji ber xwarinê bi jehrê ketine veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Erdexanê.

Tê gotin ku metirsî li ser tenduristiya xwendekaran nemaye.

Parêzgariyê da zanîn ku Rêveberiya Çandinî û Daristanan li wê dibistanê pişkinîn li ser nimûneyên xwarin û ava dibistanê kirine.

Rêveberiya Çandinî û Daristanan encamên pişkinînê radestî Rêveberiya Tenduristiyê ya Erdexanê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst