Ji ber xwarina dawetê 150 kes bi jehrê ketin

28-09-2023
Nîşan Kerkûk Xwarina Dawetê Jehrîbûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Hewîceyê ya parêzgeha Kerkûkê 150 kes ji ber xwarina dawetê bi jehrê ketin.

Polîsan li ser bûyerê lêpirsîn da destpêkirin û ragihand ku xwarin ji aliyê mala zava ve hatiye çêkirin.

150 kesên ku ji ber xwarina dawetê bi jehrê ketinbûn rakirin nexweşxaneyê.

Xwarinê bandor li hemû mêvanan kiriye

Rêveberê Polîsan ê Kerkûkê Fetah Mehmûd ji Rûdawê re ragihand:

“Xwarin ji aliyê mala zava ve hatiye çêkirin û xwarinê bandor li hemû mêvanên ku hatine dawetê kiriye.”

Li aliyê din, Rêveberê Giştî yê Tenduristiya Kerkûkê Ziyad Xelef jî diyar kir ku kesên beşdarî merasîma dawetê bûne ji ber xwarinê bi jehrê ketine.

Ziyad Xelef herwiha da zanîn ku li nexweşxaneyê dermankirina wan kesan didome.

Xelef got, “Li Nexweşxaneya Hewîceyê hemû tedbîr hatine wergirtin. Rewş di bin kontrolê de ye û hemû nexweş tedawiya pêwîst werdigirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst