Li Amedê boykot: 'Em li Kurdistanê partiyên dagirkeran qebûl nakin'

29-03-2024
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Amed Boykot Hilbijartin
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 31ê Adarê ji bo hilbijartina şaredariyan diçin ser sindoqan.

Lê her sal ji sedî 13 heta 18ê hilbijêran naçin ser sindoqan û deng nadin.

Di van salên dawiyê de dengê van kesên ku naçin ser sindoqan hêdî hêdî bilind dibe.

Lê ev deng hîn jî nebûye pêleke siyasî ya rêxistî.

Rizgar û Mihemed hevalên hev ên nêzik in. Ew li Qada Şêx Seîd a Amedê civateke dilsoz digerînin.

Alayên partiyan û propagandaya hilbijartinên şaredariyan qet bala wan nakişînin.

Ji ber ku wan biryar daye neçin ser sindoqan û deng nedin ti partiyê.

“Em li Kurdistanê partiyên dagirkeran qebûl nakin”

Mihemed Manas got, “Hilbijartin heye û tune ye, ew sindoq û ew partî qet min eleqedar nakin.”

Di hilbijartinên dawiyê de jî xuya bû êdî li Kurdistanê gelek kes boykot dikin.

Kesên ku boykot dikin jî dê zêdetir bibin û her roj ev reqem zêdetir bibe.

Li Kurdistanê êdî em dê partiyên dagirkeran qebûl nekin.”

“Ev dewlet ne dewleta me ye”

Rizgar Aryen wiha anî ziman, “Ev dewlet, ne dewleta me ye.

Ji ber vê yekê ez naçim ser sindoqê. Eger dewlet dewleta min bûya, meclîs dibû meclîsa min.

Ez wê çaxê diçûm min dengê xwe dida xwe, dengê xwe dide partiyên xwe, miletê xwe, neteweya xwe.”

Li tevahiya Tirkiyeyê û bajarên Kurdan ji 65 milyonan zêdetir hilbijêr hene.

Di hemû hilbijartinên parlamento û şaredariyan de jî ji sedî 13 û 18ê hilbijêran naçin ser sindoqan.

Li gorî pisporên qadê, vê carê piraniya kesên ku neçin ser sindoqan hilbijêrên DEM Partiyê û pey re jî yên AK Partiyê ne.

“Herî zêde DEM Partî dê nikaribe hilbijêrên xwe bibe ser sindoqan”

Pisporê Qadê yê Rapirsiyan Suat Ozalp diyar kir, “Dibe kesên ku li bajarên din dixebitin, li cihekî din bin, ew motivasyona wan a ku werin dengê xwe bidin kêm be, tune be.

Ji wî aliyî ve di vê hilbijartinê de partiya ku herî zêde dê nikaribe hilbijêrên xwe bibe ser sindoqan dê DEM Partî be.

Ji bo AK Partiyê jî berevajî wê ye. Dibe ku hinek kes bibêjin jixwe em li vir qezenç nakin. Girseyeke AK Partiyê jî dê dengê xwe nede.

Partiyên wekî HUDA PAR, Yenîden Refah, meseleya muxtaran, meseleya meclisên şaredariyan ez bawer nakim rêjeya kesên diçin ser sindoqan ji hilbijartina giştî kêmtir be.”

Her çiqasî rêjeyeke berbiçav a hilbijêran naçe ser sindoqan jî heta niha ev nebûye pêleke rêxistinkirina siyasî ya boykotkirinê.

Lê di van 3 hilbijartinên dawiyê de her çiqasî amarek li ber destan tunebe jî êdî qala boykotê jî tê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst