Di dema erdhejê de wêneyê wî û keça wî bûbû sembol: ‘Ez li kû binêrim wê dibînim!’

29-01-2024
Zînê Cahîde Akgul
Nîşan Erdhej Mereş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Nêzîkî salekê di ser erdhejên 6ê Sibatê yên ku wêraniyeke mezin li dû xwe hişt re derbas dibe.

Nêzîkî salekê derbas bû lê êşa di dil û çavên xelkê de maye û xelk hewl dide bi bîranînan jiyana xwe bidomîne.

Mesut Hancer bi wêneyî ku destê keça xwe ya di bin kavilan de girtibû bû sembola êşa erdhejên 6ê Sibatê yên Mereşa Bakurê Kurdistanê ku tenê di wan blokan de hezar û 400 kesî canê xwe ji dest dabû.

Ew niha li Enqereyê bi hevjîna xwe re dixwaze birînên xwe bipêçe.

Qurbaniyê erdheja Mereşê Mesut Hancer got:

“Piştî erdhejê ez û hevjîna xwe hatin Enqereyê. Em hewl didin fêrî vê derê bibin.

Di dema erdhejê de Sîteya Ebrarê di nav 5 çirkeyan de hilweşiya, 30 blok di nav xulekekê de, kesî nikarîbû xwe rizgar bike.”

Dayika biêş hestên xwe bi van gotinan tîne ziman ku goristan jê re bûye mala wê ya duyemîn û dê di salvegera erdhejê de biçin serdana keça xwe.

"Ez li kû derê binêrim wê dibînim"

Qurbaniya erdheja Mereşê Gulseren Hancerê jî anî ziman:

“Bîranînên keça min ne tenê li cihekî ne, li her derê li kolanê û ez li kû derê binêrim wê dibînim. Çirkeyek nîne ku ez wê nefikirim.”

6ê Sibata 2023yan navend Mereş 2 erdhejên mezin çêbûn û di encamê de zêdetirî 50 hezar kesî canê xwe ji dest da.

Li gorî amaran nêzîkî 5 milyon welatiyan ji herêma erdhejê koç kiriye û yên li herêmê jî mane li gel ku nêzîkî salekê derbas dibe heta niha jî piraniya wan di kon û konteyneran de dijîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst