Perestgeha Lalişê tê nûkirin: Amerîkayê piştgiriya aborî da

29-01-2024
RÛDAW
Perestgeha Lalişê tê nûkirin
Perestgeha Lalişê tê nûkirin
Nîşan Perestgeha Lalişê Amerîka Nûjenkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Bi alîkariya aborî ya Amerîkayê, perestgeha Lalişê ya Kurdên Êzidî tê nûjenkirin.

Amerîkayê sala 2019an ragihandibû ku wan ji bo xebatên nûjenkirinê 2,5 milyon dolar veqetandine.

Şêwirmendê Civata Ruhanî ya Kurdên Êzidî Xalid Nermo li ser projeya nûkirina perestgeha Lalişê ya Kurdên Êzidî ji Rûdawê re axivî.

Şêwirmendê Civata Ruhanî ya Kurdên Êzidî Xalid Nermo got:

“Projeya nûjenkirina perestgeha Lalişê, gelekî girîng e.

Li aliyekî Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê di aliyê darayî de piştgirî dide projeyê.

Li aliyekî jî Zanîngeha Pensîlvanyaya Amerîkayê li gorî standartên cîhanî yên UNESCOyê bi cih dike.

Ji ber ku perestgeha Lalişê xwedî taybetmendiya olî û hem jî ya şûnwarî ye.”

Konsulê Amerîkayê yê Hewlêrê çû serdana Lalişê

Konsulê Amerîkayê yê Hewlêrê Mark Stro jî ji bo şopandina xebatên nûjenkirina perestgeha Lalişê çû wê derê.

Mark Stro bi Mîr û Encûmena Ruhanî ya Êzidiyan re civiya û piştgiriya xwe ya ji bo civaka Kurdên Êzidî dubare kir.

Stro her wiha çû navçeya Şêxanê jî û bi qeymeqam û penaberên Şingalê re jî civiya.

Stro di vê serdanê de projeyeke nû ya bi nirxê 150 hezar dolarî pêşkêşî xelkê Şêxanê û hemû pêkhateyan kir.

Di çarçoveya projeyê de dê 144 xwendekarên dibistana amadeyî fêrî Îngilîzî bibin.

Konsulê Amerîkayê ya Hewlêrê Mark Stro got:

“Ez bi kêfxweşî radigihînim ku me 150 hezar dolarên din ji bo Weqfa Êzidiyên Azad veqetandiye.

Dê zêdetirî 140 xwendekarên herêma Şêxanê fêrî zimanê Îngilîzî bikin.

Hinek ji wan jî nîştecihên kapman in. Piştî perwerdeyê ew dê jiyan û karê xwe baştir bi rê ve bibin.”

Berpirsa perwerdeyê ya Weqfa Êzidiyê Azad Zozan Hasibê got:

“Ev proje fêrkirina zimanê Îngilîzî û avakirina kesayetiya beşdaran e ku di navbera 13 û 16 salî de ne.”

Amerîkayê sala borî ji bo penaber û kampên li Herêma Kurdistanê 114 milyon dolarên Amerîkî terxan kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst