Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) diyar kir ku li herêma Bendava Tişrînê 17 çete hatine kuştin û 40 çete jî birîndar bûne.
Navenda Ragihandinê ya HSDyê li ser şerê cepheyên Bendava Tişrînê daxuyaniyek belav kir.
HSDyê di daxuyaniyê de amaje şerên li herêmê kir û wiha got:
"Roja înê saet 01:00ê çeteyên ji du eniyan; bajarokê Ebû Qelqel û gundê Elûş êrişî hêzên me kirin.
Şervanên me bersiva êrişan dan û şerekî giran rû da. Di şer de çeteyan derbên giran xwarin.
Di destpêka şer û pevçûnan de komeke çete bi temamî hat tunekirin.
Dijminê ku hêzeke mezin anîn gund jî derbeyên giran ji destê hêzên me xwarin.
Ji bilî şervanekî tenê ku sivikî birîndar bû ti windahî di nava hêzên me de çênebû.”
Li gorî HSDyê fermandarê Firqeya Mexawîr El Şemalê yê bi navê Ebû Fayîz û 17 çekdar hatine kuştin.
HSDyê tekez kir ku 40 çekdarên din jî birîndar bûne.
Şerekî giran li herêmê heye
25 roj in komên çekdar ên nêzîkî Tirkiyeyê ne hewl didin Bendava Tişrînê kontrol bikin.
Bendava Tişrinê 90 kîlometreyan dûrî navenda bajarê Helebê ye.
Berdevkê HSDyê Ferhad Şamî, 26ê mehê li Bendava Tişrinê vîdeoyek belav kir û di wê vîdeoyê de eşkere kir ku di nava 25 rojan de li herêmê wan 20 êrişên komên çekdar têk birine.
Li gorî gotina Ferhad Şamî di wê maweyê de zêdetirî 450 çekdar hatine kuştin û bi dehan û otomobîlên zirxî jî hatine jinavbirin.
24ê vê mehê jî HSDyê da zanîn ku 16 şervanên wê ji ber êrişên Tirkiyeyê û çekdarên nêzîkî wê canê xwe ji dest daye.
Piştî operasyona Heyeta Tehrîr El Şamê ya 25ê Çiriya Paşîn çekdarên nêzîkî Tirkiyeyê jî êrişên xwe yên li ser herêmên HSDyê zêdetir kirin û herêmên Şehba û Minbic kontrol kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse