Li Bendava Tişrînê şer û pevçûn berdewam in: '322 kes hatine kuştin'

3 demjimêr berê
Hisên Omer
Nîşan HSD Bendava Tişrînê Komên Çekdar Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên "Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê" yên nêzikî Tirkiyeyê êrişî Bendava Tişrînê û gundên başûrrojhilatê Minbicê dikin.

Çekdar plan dikin ku Bendava Tişrînê kontrol bikin lê berxwedana tund a Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) rê li ber pêşveçûna wan girtiye.

Li gorî çekdaran, tenê çavê wan li ser gundên Minbicê û Bendava Tişrînê nîne, ew gef li hemû deverên bakurrojhilatê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê jî dixwin.

Çekdarê Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê Mehmûd Cabî derbarê êrişên xwe got:

"Spas ji Xwedê re îro me devereke baş kontrol kir û em li dijî wan şer dikin, heta ku em bendavê derbas bikin.

Piştî wê êdî rizgarkirina wan zû dibe û heta Reqa, Hisîça (Hesekê) û Qamişloyê em dê biçin û êdî Sûriye dibe yek welat."

Li hemberî êrişa çekdaran, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi dronê pêgeh, zirxpoş û navendên fermandariyê yên komên çekdar dikin armanc.

63 çekdar hatin kuştin

HSDyê ragihand ku ji roja çarşemê û vir ve 63 çekdar kuştine û 37 çekdarên din jî birîndar kirine.

Çavkaniyên navxweyî yên Sûriyeyê destnîşan dikin ku ji meha borî ve di şer û pevçûnên di navbera HSD û komên çekdar de 322 kes hatine kuştin, ji vê hejmarê hinek jî welatiyên sivîl bûn.

Roja çarşemê, ji bo piştgiriya şervanên HSDyê, gelek welatî çûn ser Bendava Tişrînê û nerazîbûna xwe li hemberî êrişên komên çekdar nîşan da lê di êrişên bi dronên ên Tirkiyeyeê de hejmarek welatî bûn qurbanî.

"Em Kurd in, nikarin îradeya me bişkînin"

Şemsa Silêman, jineke xwepêşander a Kurd e û ji nav xwepêşanderan dibêje, "Bila her kes bizane em Kurd in, nikarin îradeya me bişkînin, eger hemû balafir û topên xwe bînin jî, em ji bo piştgiriya YPG û YPJyê hatine vê derê, heta deqîqeya dawî em piştgiriya wan bernedin."

400 hezar kes bê av û elektrîk mane

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, ji ber şer û pevçûnan zêdetirî 400 hezar kes li Minbic û Kobaniyê bê av û elektrîk mane.

Bendava Tişrînê di navbera Minbic û Kobaniyê de ye û 80 kîlometre ji sînorên Tirkiyeyê dûr e.

Bendav wekî devereke stratejîk tê dîtin û ji sala 1999an ve elektrîka deverên bakurê rojhilatê Sûriyeyê dabîn dike, bi taybetî elektrîka bajarê Kobanî, Minbic û gundên derdora wan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst