Komkujiya Robozikê: 12 sal derbas bûn, malbat tên cezakirin

28-12-2023
RÛDAW
Nîşan Komkujiya Robozikê Tirkiye Êriş Balafirên Şer Qilaban Şirnex
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro 12 sal di ser komkujiya gundê Robozikê yê navçeya Qilebanê ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê re derbas dibin ku tê de 34 welatiyên sivîl bi balafirên şer ên Tirkiyeyê hatibûn kuştin.

Komkujiya Robozikê yek ji komkujiyên mezin ên Komara Tirkiyeyê ye ku 12 sal di ser re derbas bûne lê heta niha ti kesek, berpirs an jî rayedarek derbarê wê de nehatiye cezakirin.

Li gundên Bêcih û Robozikê yên navçeya Qilabanê, şeva 28ê Kanûna Pêşîna 2011an balafirên şer ên Tirkiyeyê welatiyên sivîl ên Kurd ku debara xwe bi bazirganiya li ser sînor dikirin bombebaran kirin.

Dema 34 welatiyên sivîl ku ji wan 19 zarok bûn ji aliyê Başûrê Kurdistanê vedigeran li sînor ji aliyê balafirên şer ên Artêşa Tirkiyeyê ve bi kom hatin kuştin.

Malbat banga edaletê dikin

Her sal 34 qurbaniyên komkujiyê li gorsitana gundê Bêcihê bi çalakiyekan tên bibîranîn.

Tê payîn îro jî bi pêşengiya partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl li gundên Robozikê û Bêcihê qurbaniyên komkjiyê bi çalakiyekê bên bibîranîn.

Malbatên qurbaniyan her sal li ser goristana qurbaniyan banga edaletê dikin.

Melbatên qurbaniyan tevî hemû astengî û zextan edaletê dixwazin û dibêjin bila kujer bêne cezakirin.

Malbat tên cezakirin

Li şûna kujer û kesên ferman daye bên darizandin û cezakirin, gelek caran malbatên edaletê dixwazin tên cezakirin.

Serokê Komeleya Roboskî-Derê Veli Encû ku di bombebarana firokeyên şer ên artêşa Tirkiyeyê de birayî wî jî û 33 xizmên wî hatibûn kuştin, di dema lêgerina edaletê de hatibû girtin.

Velî Encu piştî 4 salan 10ê Gulana 2023yan ji girtîgehê hatibû berdan.

Derbarê ti sûcdarekî de doz nehatiye vekirin

Heta niha jî kujerên ku biryara bombebaranê daye balafirên şer ên Tirkiyeyê û bûne sedema kuştina 34 welatiyan nehatine cezakirin.

Derbarê ti sûcdarekî de jî heta niha doz nehatiye vekirin.

Bi ser vê yekê de jî fermanderên wê heyamê di artêşa Tirkiyeyê berpirs bûn piştre pileyên wan hatin bilindkirin.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê doz red kir

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, herî dawî 17ê Gulana 2018an bi hinceta ku parêzeran belgeyên pêwîst di dema xwe de amade nekirine dosyeya doza Komkujiya Robozikê red kir.

Redkirina dozê di navbera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Baroya Şirnexê de bûbû sedema aloziyan û wan hevdû bi xemsariya di dozê de tohmetbar kiribû.

Malbatên Robozikê wêneyên zarokên xwe qet heta niha jî ji ber sîngê xwe kêm nakin.

Wekî ezîzên ber dilê wan hîn jî li jiyanê bin wêneyên wan bi xwe re digerînin.

Malbata dixwazin edalet pêk were.

Têbînî: Gund di raya giştî de zêdetir wekî "Roboskî"yê tê naskirin lê navê gund ê rast "Robozik" e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst