Wezereta Karên Derve yê Luksemburgê li ser 3 şervanên YPJyê daxuyanî da

20-09-2023
Nîşan Wezîrê Karên Derve yê Luksemburgê Jean Asselborn YPJ Tirkiye Êriş Dron
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezereta Karên Derve ya Luksemburgê, da zanîn ku Wezîr Jean Asselborn ji ber canjidestdana 3 şervanên YPJyê gelekî xemgîn e.

Tirkiyeyê îna borî li Minbicê bi dronan êrişî otomobîlekê kiribû û di encamê de 3 şervanên YPJyê canê xwe ji dest dabû. 

Piştî bûyerê Wezereta Karên Derve ya Luksemburgê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da.

Wezaretê destnîşan kir ku Wezîrê Karên Derve yê Luksemburgê Jean Asselborn, ji ber canjidestdana 3 şervanên YPJyê gelekî xemgîn e.

Artêşa Tirkiyeyê, roja înê li gundewarê başûrê Minbicê êrişî otomobîleke şervanên YPJyê kiribû.

Di êrişê de 3 şervanên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) yên bi navê Candan Cudî, Şervîn Serdar û Nucan Ocalan jiyana xwe ji dest dabû.

YPJyê diyar kir ku Tirkiye ji êrişê berpirsyar e.

“Wezîr Asselborn gelekî xemgîn e”

Wezereta Karên Derve yê Luksemburgê, di parvekirina xwe ya li ser Xê de got:

“Wezîr Asselborn ji ber canjidestdana 3 jinên şervanên YPJyê gelekî xemgîn e. Ji bo em piştgiriya xwe ya bo têkoşîna wan ya li dijî IŞÎDê eşkere bikin, wî sala 2016an bi Şervîn Serdarê re hevdîtinek kiribû.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst