Di ser avakirina Komeleya Civaka Kurdî ya Almanyayê re 30 sal derbas bûn

2 demjimêr berê
Ala Şalî
Ala Şalî
30 saliya Komeleya Civaka Kurdî ya Almanyayê hat pîrozkirin / Wêne: Rûdaw
30 saliya Komeleya Civaka Kurdî ya Almanyayê hat pîrozkirin / Wêne: Rûdaw
Nîşan Komeleya Civaka Kurdî Almanya Salveger
A+ A-

Berlîn (Rûdaw) - Komeleya Civaka Kurdî ya Almanyayê 30 saliya xwe bi ahengekê xwe pîroz kir.

Komeleya Civaka Kurd a Almanyayê (Kurdische Gemeinde Deutschland) 30 saliya damezirandina xwe, li paralementoya Almanyayê bi ahengekê bi beşdarbûna gelek nivîskar, siyasetmedar û rewşênîrên Kurd û biyanî pîroz kir.

“Civaka Kurd ji bo Almanyayê girîng e”

Komeleya Civaka Kurdî ya Almanyayê Alî Ertan Toprak ji Rûdawê re got:

“Wekî hûn dibînin em niha li Bundestaga Almanyayê (parlamentoya Almanyayê) 3 saliya xwe pîroz dikin.

Em yekemîn saziya Kurdî ne ku li Bundestaga Almanyayê salvegera xwe pîroz dikin.

Axaftinên siyasetmedaran jî nîşanda ku civaka Kurdan çi qasî girîng e ji bo Almanyayê.

Bêguman ez dilxweş im ku piştî 30 salî bi xebatên dîplomasî û siyasetê me kariye Kurd li Almanyayê bêne dîtin û bi cidî guhdariya wan bê kirin û ji hemûyan zêdetir jî wekî beşeke ji civakê bêne qebûlkirin.”

Komeleya Civaka Kurdî ya Almanyayê bi qasî 1,5 mîlyon heta 2 mîlyon Kurd temsîl dike.

“Komeleya Civaka Kurdî di navbera Almanya û Kurdistanê de wekî pirekê ye”

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Almanyayê Dilşad Barzanî jî got:

“Civaka Kurdî ya li Almanya kareke gelekî girîng dike.

Komeleya Civaka Kurdî di navbera Almanya û Kurdistanê de wekî pirekê ye û ev çend sal in ku wê hemû hewlên xwe ji bo tevlîbûna civaka Kurdan li gel civaka Almanyayê daye.”

Komeleya Civaka Kurdî bi salan e li Almanyayê ji bo mafên Kurdan û gihandina dengên Kurdan dixebite.

Li 6 herêmên Almanyayê li dibistanan zimanê Kurdî heye

Heta niha kariye li 6 herêmên Almanyayê xwendina bi zimananê Kurdî li dibistanan bike fermî.

Wezîra Dewletê ya Karûbarê Koçberan Reem Alabali Radovan jî amaje bi yekê kir ku civaka Kurdan a li Almanyayê ne tenê ji bo Kurdan girîng e her wiha ew jib o hemû civaka Almanyayê girîng e û got:

“Kurdên Almanya jî wekî grûpên koçberên din rastî gelek zehmetiyan hatine.

Wekî mînak di bazara kar de tevî ku bi dehan sala me gelek tişt ji bo vî welatî kiriye lê cudakarî heye.

Lê bi zelalî em regezperestiya li dijî Kurdan jî dibînin, di nav grûpên çekdar de jî.

Ev mijar divê gelek zêdetir bê gotûbêjkirin û bêguman divê em rûbirûyê wê bibin.”

Yek ji karên girîng ê Komeleya Civaka Kurdî, avakirina komek ji parlamenterên ji pênc partiyên Almanyayê di bin navê Jiyana Kurdan a li Almanyayê de ye. 

35 rêxistinên li Almanyayê endamên vê komeleyê ne û nêzîkî 10 hezar endamên wan hene ku ji sedî 10 Alman in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst