Tuncer Bakirhan behsa hevdîtina bi Demîrtaş re kir

28-11-2024
RÛDAW
Nîşan Tuncer Bakirhan DEM Partî Selahattîn Demîrtaş Îmrali
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tuncer Bakirhan got ku Selahattîn Demîrtaş Îmraliyê wekî navenda pêvajoya çareseriyê nîşan da.

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li Medyascopê bersiva pirsên Ruşen Çakir da.

Tuncer Bakirhan behsa naveroka hevdîtina xwe ya li girtîgehê ya bi Selahattîn Demîrtaş re kir.

Hevserokê DEM Partiyê Bakirhan ragihand ku Demîrtaş gotiye, "Partî baş bi rê ve diçe.

Bi rastî eger di vê mijarê de neyeta hikûmetê pak be, hemû berpirsyariya ku dikve ser milê DEM Partiyê divê bi awayekî bêkêmasî bi cîh bîne."

Her wiha Bakirhan diyar kir ku Demîrtşa ji wan re gotiyê, "Ez piştgiriya we dikim. Ez li vê derê me.

Ji bo her alîkariyan ez heme. Lê belê navenda çareserkirina vê pirsgirêkê Îmrali ye, birêz Ocalan e.

Her biryareke ku Ocalan bide baweriya min a mezin pê heye û ez pê bawer im."

Bakırhan, îdiayên ku dibêjin di nav DEM Partiyê de dubendî heye bi tundî red kir û got:

"40 sal in hewl hat dayîn bi cudakirinên wekî `baş-xerab`, `kevok-baz` alîgirên me bi xwe parçe bikin. Ev hewldan bi ser neketin."

"Serok Selahattîn DEM Partî ye"

Hevserokê DEM Partiyê Bakirhan diyar kir ku armanca wan a sereke demokratîkbûna Tirkiyeyê ye û çareserkirina pirsa Kurd bi rêyên demokratîk e.

Bakirhan tekez kir ku eger zemîneke bi vî rengî çêbibê dê ti revebirên partiyê îtirazî vê yekê nekin.

Li aliyê din li ser yektiya nav partiyê Bakirhan got, "Serok Selahattîn DEM Partî ye, DEM Partî Serok Selahattîn e. Serok Fîgen (Yuksekdag) DEM Partî ye, DEM Partî Serok Fîgen e.

Bakirhan bal kişand ser dîroka 40 salî ya tevgera siyasî ya Kurd û diyar kir ku hewldanên cudakirinê encam nedane û nadîn, "Zemîna Kurd ne zemîneke wisa ye. Zemîna Kurd prîm nade wan."

Hedîtina bi Îmraliyê re

Bakirhan diyar kir ku ew weke partî ji bo çareseriya demokratîk amade ne ku her cure alîkariyê bidin.

Her wiha Bakirhan da zanîn ji bo ku herin Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin wan daxwazname daye û ev yek bi nêzîkatiyeke yekgirtî ya ku îdarî, civakî, siyasî û girtiyan pêk tîne, pêkan e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst