Hewlêr (Rûdaw) - Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) derbarê peyama Abdullah Ocalan de daxuyaniyek belav kir.
KNKyê eşkere kir ku ew piştgiriya didin banga Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di lêgerîna çareseriya pirsgirêka Kurd de doh rojeke dîrokî bû.
KNKyê amaje bi hevdîtina bi Ocalan re kir û got:
"Doh heyeteke berfireh çû girava Îmraliyê û bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî. Heyetê peyama Birêz Ocalan a bi navê 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' bi xwe re anî û ji raya giştî re belav kir.
Ji vê bangê armanc aştî ye, armanc li Tirkiye û Kurdistanê avakirina civaka demokratîk e, armanc rêvekirina li siyaseta demokratîk e, armanc demokratîzekirina tevaya Tirkiyeyê ye, armanc bi rêya aştî û diyalogê çareseriya Pirsgirêka Kurdan e."
“Em vê bangê dîrokî dibînin”
Daxuyaniya KNKyê wiha berdewam kir:
"Ev bang ji gelek aliyan re ye. Banga sereke ji rayedarên dewleta Tirk re ye ku divê şer rawestînin, pêşiya siyaseta demokratîk vekin, şert û mercên serbest karkirinê ji Birêz Ocalan re pêk bînin, meseleya Kurdî bînin parlamentê û bi awayekî demokratîk çareser bikin.
Bang ji terefê Kurdî re ye ku li gorî siyaseta demokratîk xwe ji nû ve rêxistin bikin û bi rêvekirina siyasetê ve çekan ji dewreyê derxin.
Bang ji hêz û saziyên navneteweyî û ji raya giştî ya cîhanê re ye ku Pirsgirêka Kurdan bê çareserî hingî diçe girantir dibe, aştî û aramiya herêmê têk dibe, li ser vê pirsgirêkê rawestin û bibin alî û alîgirê çareseriyeke demokratîk.
Em wekî KNKyê vê bangê girîng û dîrokî dibînin û piştgiriyê didinê û ji bo ev derfet bê bikaranîn em dê li ser kar bin û em dê ji bo çareseriyeke aştî û demokratîk hemû derfetên xwe bi kar bînin.”
“Civaka navneteweyî divê alîkar be”
KNKyê di beşekî din ê daxuniyê de bang li Hikûmeta Tirkiyeyê jî kir û got:
“Di serî de em bang li rayedarên dewleta Tirk dikin ku vê derfeta dîrokî ji destê xwe nerevînin û bersivên erênî bidin vê bangê û rêya siyaseta demokratîk vekin û pirsgirêka Kurdî bi rêya diyalogê çareser bikin.
Heta niha dengvedana navneteweyî ne xirab e lê têrê nake, em bang li hêzên cîhanî dikin û dibêjin tenê daxuyanî têrê nakin, ji bo ev derfet heba nebe bikevin nava tevgerê û ji bo aştî û diyalogê rola xwe bileyzin.
Em bang li hemû partî û rêxistinên Kurdistanî û hemû gelê Kurdistanê dikin ku di vê dema hestyar de em hemû bi hev re tevbigerin, piştgiriya Banga Aştî û Civaka Demokratîk bikin, yekîtiya xwe xurttir bikin, tekoşîna aştî û demokrasiyê bilind bikin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse