Li Wanê termên 3 kesan li sînor hatin dîtin

4 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Wan Term
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Elbakê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê li sînorê Rojhilatê Kurdistanê termên 3 kesan hat dîtin ku tê texmînkirin ji ber sermayê mirine.

Li gundê Kadanê yê Elbakê doh termên jin, mêr û zarokekî ji aliyê leşkerên ser sînorê Bakur û Rojhilatê Kurdistanê ve hatin dîtin.

Hêzên ewlehiyê ew term birin Nexweşxaneya Dewletê ya Elbakê.

Tê texmînkirin ku malbateke koçber e û her sê kes ji ber sir û seqemê mirine.

Serokê Şaxa Wanê ya Komeleya Mafên Mirovan Mehmet Salih Coşkun diyar kir ku di wê rêyê de piranî koçber derbas dibin û ew dê bûyerê bişopînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst