Mesrûr Barzanî: Em hêvîdar in pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê çareser bibin

28-11-2023
Nîşan Serokwezîr Mesrûr Barzanî Kargeha Van Steelê Pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got, “Em hêvîdar in pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê bi temamî çareser bibin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, li Hewlêrê beşdarî merasîma vekirina kargeha Van Steelê bû.

Serokwezîr Barzanî di vê merasîmê de axivî û diyar kir ku dê kargeha Van Steelê di aboriya Herêma Kurdistanê de cihekî girîng bigire.

Tê payîn ku 700 kes li vê kargehê bixebitin û herwiha ev kargeh ji Îraq û Herêma Kurdistanê re kelûpelên avahîsaziyê dabîn bike.

Mesrûr Barzanî da zanîn ku ji bo bihêzbûna sîstema aboriyê divê li Îraq, Herêma Kurdistanê aramî hebe.

“Heke çareseriyeke jidil tê xwestin rêyên vê gelek in”

Serokwezîr Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de bi bîr anî ku gelê Îraq û Herêma Kurdistanê ji ber şerên berdewam û rêveberiya xerab ketiye rewşeke dijwar û got:

“Ji bo em karibin ji xelkê xwe re xizmetê bikin û welatê xwe bînin asta welatên pêşketî, divê em ji xetayên pêşerojê dersê bistînin.

Ev jî tenê bi aştî û çareseriya pirsgirêkam mimkin e. Heke çareseriyeke jidil tê xwestin rêyên vê gelek in.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwiha bal kişand ser meseleya Petrola Kurdistanê jî û amaje bi yasayeke nû kir:

“Ji bo em karibin careke din dest bi hinartina petrolê bikin pêdivî bi yasayeke nû û pêşketî ya federal heye.

Ev ne tenê ji bo gelê Kurdistanê, ji bo tevên Îraqiyan dê bibe serkeftinek.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst