Rewşenbîr û zimanzanê Kurd Hemîdê Smaîlaxa hat bibîranîn

28-11-2022
Abdulselam Akinci
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Hemîdê Simaîlaxa Hemîd Kilincaslan Bîranîn
A+ A-

Mêrdîn (Rûdaw) - Zimanzan, sîyasetmedar û rewşenbîrê kurd Hemîdê Smaîlaxa (Hemîd Kilincaslan) ku di 28ê Mijdara 2020an de ji ber koronayê koça dawî kiribû di duyemîn salvegera wefata xwe da li gundê xwe Dêrîka Simaîlaxa a bi ser Qosêra Mêrdînê ve hat bibîranîn.

Bernameya taybet a bibîranînê ji alîyê Weqfa Hemîdê Smaîlaxa ve hat rekxistin ku ew weqf salek û nîv piştî wefata wî li Swêdê hatibû damezrandin.

Cenk Kilincaslan kurê Hemîdê Smaîlaxa got “Heta ku derfet hebin em dê bibîranînên Hemîdê Simaîlaxa li cîh û warê wî çekin. Armanca weqfa me jî ev e, armanca me a sereke ev e ku em karibin zimanê Kurdî wek zimanek mînorîte bi dinyayê bidin qebûlkirin.”

Nofa kilincaslan hevjîna Hemîdê Smaîlaxa dibêje “Nebûna wî kêmaniyek mezin xist jiyana zarokên min jî, ya min jî. Kemanî xist gelek cîhan û kêmanî xist gele Kurd jî.”

Di çalakîya bibîranînê de li gel kes û karen wî, sîyasetmedar, kesayetên civaka sivîl, hunermend û nivîskar beşdarbûn û boneya rojê bernameyên taybet ên hunerî hatin lidarxistin.

Nûnerê PDK-BAKURê Mihemed Zekî Îmîr diyar kir “Qerekterek sîyasî û kulturî bû din av sîyaseta kurdistanê de.”

Nîvîskar û Siyasetmedar Fûat Onen ragihand “Hemîd Axa bo hinekan gula civakê ye, bo hinekan axa ye, bo hinekan bavekî baş e. Ji bo me Hemîd Axa lawê Kurdistanê ye û siyasetmedar e û sîyasetek serxwebûnxwaz meşandiye.”

Siyasetmedar Cano Amedî anî ziman “Bi saya vê weqfê zarokên wî, hevalên me heke van xebatên wî bigihînin civakê û berdewamiya wî hebe dê serkeftî bin.”

Hemîdê Smaîlaxa piştî derbeya leşkeri a 12 îlona 1980an ji ber zext û guvaşên sîyasî  welatê xwe terk kiribû û bi salan li Swêdê bibû penaber lê di wê rewşa panaberiyê de jî wî her di nav û kar xebatên wêjeya Kurdî cîh girtibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst