DEM Partî 1ê Îlonê li 3 bajaran mîtîngan saz dike

28-08-2024
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Amed Mîtîng Roja Aştiyê ya Cîhanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partî ji bo Roja Aştiyê ya Cîhanî dê 1ê Îlonê li bajarên Amed, Wan û Îzmîrê 3 mîtîngan li dar bixe.

Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) doh li navenda Şaxa Amedê, Deklerasyona 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanî eşkere kir.

Hevseroka Şaxa DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozerê ragihand ku ji bo Roja Aştiyê ya Cîhanî ew dê li bajarên Amed, Wan û Îzmîrê mîtîngan saz bikin.

Mîtîng dê bi dirûşma “Em li dijî şer û dagirkeriyê aştiyê, li dijî tecrîdê azadiyê biqîrin” bên lidarxistin.

Mîtînga li Amedê dê 1ê Îlonê saet 17:30an li Qada Şêx Seîd bê sazkirin.

Mîtînga li Wanê jî dê heman rojê saet 17:00an li Parka Mûsa Anter were kirin.

Her wiha cihê mîtînga Îzmîrê jî heta niha nehatiye diyarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst