KERKÛK - Parêzgar Rêbiwar Taha bangî partiyên siyasî kir

28-08-2024
RÛDAW
Parêzgarê Kerkûkê Rêbiwar Taha
Parêzgarê Kerkûkê Rêbiwar Taha
Nîşan Kerkûk Parêzgarê Kerkûkê Rêbiwar Taha
A+ A-

Kerkûk (Rûdaw) – Parêzgarê Kerkûkê bangî partiyên siyasî yên ku civînên Encûmena Parêzgehê boykot dikin kir.

Parêzgarê Kerkûkê Rêbiwar Taha di civîneke çapemeniyê de bangî hemû partiyên siyasî yên ku rêveberiya xwecihî ya Kerkûkê boykot dikin kir û ji wan xwest ku beşdarî civînan bibin.

Rêbiwar Taha diyar kir ku ji aliyê Encûmena Parêzgehê ve bi awayekî fermî name ji partiyên siyasî re hatiye şandin ku beşdarî civînan bibin û got:

“Me ji wan xwest ji bo ku erkên îdarî yên ji wan re hatine veqetandin bi cih bînin berbijêran destnîşan bikin.”

Teha da zanîn ku heta berbijêr neyên diyarkirin postên îdarî yên ji bo partiyên siyasî hatine veqetandin dê vala bimînin.

Teha destnîşan kir ku di vê heyamê de erkên Encûmena Parêzgehê û parêzgariyê dê bê navber werin kirin.

Di Rêveberiya Xwecihî ya Kerkûkê de erkên 5 cîgirên parêzgar, wekîlekî parêzgar û 7 şêwirmendên parêzgar vala mane.

Rêbiwar Taha diyar kir ku ew dixwazin di Rêveberiya Xwecihî ya Kerkûkê de bi hemû aliyan re bixebitin û heta aliyên siyasî yên ku boykotê dikin berbijêrên xwe nîşan nekin, cihên hatine diyarkirin dê vala bimînin.

Di civîna Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ya ku şeva 10ê Tebaxê li Bexdayê hat lidarxistin de, Parêzgar û Serokê Encûmena Parêzgehê hatin  hilbijartin.

Civîn bêyî beşdariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Eniya Tirkmenan û fraksiyonên Ereban ên di Encûmena Parêzgeha Kerkûkê de hat kirin.

Di civînê de endamê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê yê YNKyê Rêbiwar Taha wekî Parêzgarê Kerkûkê û ji fraksiyona Ereban Mihemed Hafiz jî wekî Serokê Encûmena Bajêr hatin hilbijartin.

Li gorî qanûnê diviyabû 5ê Sibatê civîna yekem a Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bihata kirin lê ji ber nakokiyên di navbera partiyan de hatibû bipaşxistin.

Hilbijartinên Kerkûkê

Piştî sala 2005an cara ewil 18ê Kanûna Pêşîna 2023yan li Kerkûkê hilbijartinên encûmenên parêzgehan hatin kirin.

Encûmena Kerkûkê tevî kursiyê ku kotaya Xirîstiyanan e ji 16 kursiyan pêk tê.

Kurd li Kerkûkê bi 5 lîsteyên cuda beşdarî hilbijartinan bûn, YNKyê 5 û PDKyê 2 kursî standin.

Li gorî encaman, kursiyên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê wiha belav dibin:

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK): 2 kursî

Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK): 5 kursî

Eniya Tirkmenî: 2 kursî

Qiyade: 2 kursî

Hevpeymaniya Erebî: 3 kursî

Urube: Kursiyek

Parêzgariya Kerkûkê ji 2005an heta 2017an di destê YNKyê de bû.

Piştî referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê, hêzên Îraqê ketin Kerkûkê û parêzgariya bajêr jî ji destê Kurdan çû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst