Parêzgarê Kerkûkê: Dema BP hat dê budceya petrodolarê zêde bibe

13-02-2025
RÛDAW
Rêbiwar Taha û Herdî Mihemed / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Rêbiwar Taha û Herdî Mihemed / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Kerkûk BP Petrol Rêbiwar Taha
A+ A-

Parêzgarê Kerkûkê Rêbiwar Taha ragihand ku dê di demeke nêz de li Kerkûkê tayînkirina 7 hezar û 300 kesî were ragihandin û got, "Me şiya budceya petrodolarê ji bo projeyên stratejîk terxan bikin."

Doh li Kerkûkê pêşangeha yekem a Xanûber û Veberhênanê hat vekirin ku dê 4 rojan biajo.

Parêzgarê Kerkûkê Rêbiwar Taha di hevpeyvîneke taybet de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:

"Ji seranserê Îraqê kompanya beşdarî pêşangehêdibin. Kerkûk niha jîngeheke aram e ji bo veberhênanê."

Parêzgarê Kerkûkê derbarê grêbesta kompanyaya British Petroleumê (BP) da zanîn:

"Em dê di demeke nêz de ji bo cara sêyem bi BPyê re bicivin û hatina wê kompanyayê dê bandoreke erênî li ser niha û paşeroja Kerkûkê bike."

"Ev rêkeftin dê Kerkûkê vejîne”

Li gorî rêkeftina di navbera BP û Kompanya Petrolê ya Bakur de, bi serperiştiya 9 endazyarên Brîtanî û nêzîkî hezar karker û karmendên navxweyî, xebat dê li 73 bîrên petrolê dest pê bike û li gorî Rêbiwar Taha, "Ev rêkeftin dê Kerkûkê vejîne."

Parêzgarê Kerkûkê got, li gorî demên berê, hilberîna petrolê kêm bûye "Lê bi rêya vê grêbestê hilberîn dê zêde bibe ku dê bibe sedema zêdebûna budceya petrodolarê û derfetên kar ên zêdetir ji bo ciwanan."

Rojane Kompanyaya Petrolê ya Bakur 280 hezar bermîl petrol hildiberîne û tê pêşbînîkirin ku rêjeya wê ya hilerînê zêdetir bibe.

Li gorî yasaya budceya giştî ya Îraqê, 150 hezar kes li seranserê Îraqê bi peymanan tên tayînkirin ku para Kerkûkê ji vê damezirandinê 7305 kes e.

Rêbiwar Taha li ser vê mijarê got, "Ti astengî li ber vê pêvajoyê nîne û em dê di demeke nêz de ragihînin."

Parêzgarê Kerkûkê Rêbiwar Taha pirsên Herdî Mihemed bersivandin:

Rûdaw: Niha çend kompanyayên veberhênanê li Kerkûkê kar dikin û karên wan di kîjan çarçoveyê de ne?

Rêbiwar Taha: Ez kêfxweş im îro li Kerkûkê piştî çend sal dûrketinê pêşangeheke wiha hatiye vekirin. Diyar e ji hemû Îraqê kompanya hatine û çend kompanyayên biyanî jî li vir in. Cihê xwe ye ku ez spasiya hemû wî stafê bikim ku demeke dirêj westiyane ji bo vî karî û ev di heman demê de dê deriyekî din ê veberhênanê û veberhêneran veke ku berê xwe bidin Kerkûkê.

Kerkûk niha jîngeheke aram e. Cografyayeke baş heye, çar pêkhate lê hene ku ev bûye hêzek ji bo Kerkûkê û em dikarin veberhênaneke baş lê bikin. Ez dikarim bibêjim ne girîng e bê ma hejmar çi qas e, ya girîng cureyên karan û başiya kompanyayan e.

Kompanyayên baş li Kerkûkê hene û hinek kompanyayan jî sala 2012 yan 2013an li Kerkûkê destûra veberhênanê wergirtiye lê wan heta niha kevirnedaniye ser kêvir, îdareya niha ya Kerkûkê rêkarên pêwîst li hemberî wan digire.

Me dest bi karan kir da ku em hêdî hêdî destûrên wan ji wan bistînin û bidin wan kompanyayên ku şayiste ne û ezmûn hene û dikarin karên xwe bi temamî pêk bînin. Ez dikarim bibêjim niha li Kerkûkê araste guheriye û zêdetir ber bi veberhênanê ve diçe û îdareya niha ya Kerkûkê difikire ku projeyên wiha çêbibin ku binesaziyeke aborî ya baş ji bo bajar peyda bike û bibe sedema çêkirina derfetên kar ji bo ciwanên me.

Rûdaw: Kompanyayên nû hatine ku berê li Kerkûkê nexebitîne?

Rêbiwar Taha: Belê. Kompanyayên nû hatine, wekî mînak me di warê petrol û gazê de peymanek mohr kir, parzûngeha herî mezin a veberhênanê li Kerkûkê tê vekirin ku nêzîkî 2 hezar û 500 heta 3 hezar kesan dê lê bixebitin bikin û dema qedandina projeyê nêzîkî du salan e.

Projeyeke din a veberhênanê li ber destê me heye ku taybet e bi otomobîlan ku niha em dixebitin wan kompanyayên ku daxwaz kiriye bibînin.

Hinek kompanyayên Îraqî yên baş ji bajarên Bexda, Silêmanî û Hewlêrê berê xwe daye me da ku li Kerkûkê kar bikin, hinek ji wan hatine û niha li Kerkûkê kar dikin, bi rastî ew dest pê dikin û hinekên din jî em kar ji wan re hêsan dikin û em dixwazin wan bînin, bi taybetî em dixwazin wanên ku li derveyî Îraqê karê veberhênanê kiriye û projeyên wan li derveyî Îraqê ne bînin Kerkûkê.

Rûdaw: Hûn dikarin di warê xizmetguzariyê de ji bo wan taxên ku dibêjin taxên tapoyî çi bikin?

Rêbiwar Taha: Binêre, me dikarî di destpêka karê xwe de girîngî bida kolanan, rê û veberhênanê lê gava me ya yekem a li îdareya Kerkûkê bê guman plana me hebû. Di qonaxa yekem de me girîngî da wan tax û kolanan ku cenabê te behs dike ku niha malbat û kes û karên min û te li wan taxan dijîn, me girîngî da wan û me projeyên xwe zêdetir ji bo wan pêşkêş kirin. Ez dikarim bibêjim me gavên baş avêtine di çementokirina kolanan de, di gihandina projeya ava vexwarinê de, di gihandina projeya tora karebayê de ku di dîroka Kerkûkê de nehatiye kirin.

Qonaxa me ya duyem niha me dest pê kiriye bi cade û rêyan, me kevirê bingehê yê pir û tunêla herî mezin danî, em li Çerxerêya Îxwanî ya Rehîmawayê tunêlê çêdikin, li Garaja Bexdayê du pir û jereboreke din çêdikin û sê pirên din hene li Altun Koprî û li Sêkaniyan û Gurge Çalê bi hev re û li Taze Xurmatûyê.

Projeyên me yên din hene ku taybet in bi avhewa û baxçeyan ku ev çend projeyên stratejîk in û me şiyaye di terxankirina pereyê petrodolarê de dabîn bikin. Em hemû cureyên projeyan li ber çavan digirin û girîngiya wê projeyê û paşê gavê jê re diavêjin.

Di projeyên me yên din de ji bo nexweşxaneyan û yên ku duh em li Hewîceyê bûn ku yek ji wan projeyan şeş an heft sal in rawestiyaye û îdareya berê ya Kerkûkê nekariye gavekê ber bi pêş ve bavêje lê me doh kevirê bingehê jê re danî û em dê projeyê temam bikin.

Gelek projeyên me yên din hene û her wiha ji bîr nekim min di axaftina xwe de amaje pê kir, di warê xwendinê de, me di nav 10 rojên borî de kevirê bingehê 6 dibistanên 18 polî danî li Kerkûkê ku bi carekê li 6 cihan kar tê kirin û niha me 3 cihên din diyar kirine ji bo dibistanan li taxên Kerkûkê.

Ev hemû karên baş in û hemû dikarim bibêjim tevgerek xistiye nav bajarê me, kar heye, ya ku hinekî pirsgirêk ji me re çêkiriye, terxankirina pereyê me kêm e, yanî Îraq ber bi qeyrana darayî ve diçe, mixabin, hemû nîşan derxerê vê yekê ne lê em pişta xwe bi petrodolarê ve girê didin, ew pereyê ku ji me re ji petrodolarê were, em karibin li ser kar bikin.

Rûdaw: We behsa petrodolaran kir, bê guman pirseke min jî derbarê petrolê û bi taybetî rêkeftina Îraqê bi kompanyaya BPyê re heye. Kompanya dê kengî li Kerkûkê dest bi kar bike û karê wan dê çend parzûngehên petrolê bihewîne?

Rêbiwar Taha: Belê, diyar e ku dê çend kêlgehan bihewîne, ez naxwazim zêde biçim nav hûrgiliyên mijarê lê dê Kerkûkê, sînorê îdareya Kerkûkê û sînorê Kompanyaya Petrolê ya Bakur bihewîne. Ji bo me baş e ku BP tê.

Cara yekem ez li ser BPyê li Kanala Rûdawê axivîm, min got BP dê bê Kerkûkê, hinek hevalên me henekê xwe pê kir lê BP hat û gavên xwe temam kirin. Me civîna xwe ya duyemîn jî bi wan re kiriye. Di paşerojeke nêzîk de dê civîna me ya sêyemîn bi wan re çêbibe.

Em dê wekî îdare her hêsankariyê bikin da ku BP bê Kerkûkê, ango ji bo ku kes lêkdaneveya cihê jê neke, hebûna BPyê ji bo îro û paşeroja bajarê me girîng e.

Rûdaw: Di wan gavên ku we navê wan anî û di warê pêşxistin û avadankirinê de rola BPyê dê çi be, dikarin alîkariya we bikin?

Rêbiwar Taha: Tu li berhemhênana petrolê ya Kerkûkê ya beriya pêvajoya azadiyê û ya niha binêre, kêm bûye ne zêde bûye. Li jêrxana dezgehên petrol û gazê yên li Kerkûkê yên beriya pêvajoya azadiyê û piştî pêvajoya azadiyê binêre, pêş neketiye.

Em dixwazin tiştê ku li Besrayê tê kirin li Kerkûkê jî bê kirin, BP dê van karan ji bo me bi cih bîne û dikare bîrên me yên petrolê bi wî awayî ku pêwîst e bi pêş bixe da ku hilberîna me zêde bibe. Dema ku hilberîna me zêde bû, pereyên me yên petrodolarî dê zêde bibin, ango xelk dê rasterast ji xizmetguzariyan sûdê wergire.

Xaleke din, dê derfet ji bo ciwanên Kerkûkê bê afirandin, yek ji mercên me para me ye, ez naxwazim niha behsê bikim lê para me heye ku divê ew qas karker, endezyar û kesên teknîkî û rêvebiriyê ku kar dikin, divê Kerkûkî bin.

Ev jî yek ji mercên me ye da ku ciwanên me sûdê wergirin, lewma ti şêniyê Kerkûkê nîne ku ji hatina BPyê ya bajarê xwe dilxweş nebe.

Rûdaw: Li Kerkûkê derfeta tayînkirina 7 hezar û 300 kesan hebû. Ti astengî hene?

Rêbiwar Taha: Na, ti astengî tunin. Hinek sîyasiyan bi wê re spekûlasyon kirin. Hinek hevalên min û te bi awayekî li ser diaxivîn. Ez bi xwezaya xwe rêzê li her kesî digirim lê encam girîng e.

Di demeke nêz de em dê daxuyaniyê bidin û dixwazin bi awayekî şefaf 7 hezar û 300 ciwanan bi dadperwerî di nav hemû pêkhate û hemû deverên Kerkûkê de dabeş bikin. Ev kar ne hêsan e. Ew ji Sergelanê heta Terkelanê û Yayçî û ji wir jî heta Şiwan û Qerehencîrê, navenda bajêr, Rîyaz, Ebasî, Zab û Daqûqê.

Bi gotinê hêsan e lê ev kar çawa tê rêkxistin? Çawa sîstemekê jê re datînî? Çawa vî karî bi rêya elektronîk dikî? Ev hinek wext û hûrbîniyê dixwazin di kar de. Em dixwazin bi hemû dadperweriyê ve vî karî bikin, bi taybetî di serdema me de em naxwazin ciwan dilgiran bibin.

7 hezar û 300 ciwan dê bikevin karên hikûmetê û dezgehên dewletê hewcedarê wan in. Niha em di gelek waran de rastî pirsgirêkan tên. Dê di demeke nêz de tişt temam bibin, em gihiştine qonaxên dawiyê, dibe ku tenê ji sedî yek an diduyê kar mabe ku ragihînin û dest pê bikin.

Rûdaw: Pêwendiyên we bi Meclisa Parêzgehê re di çi astê de ne? Ma bernameya we heye ku hûn wan aliyên li derveyî îdareyê ne bînin nav îdareyê?

Rêbiwar Taha: Belê. Ez dixwazim xizmeta te bikim, di dîroka Kerkûkê de nebûye ku ev hevahengî û yekîtiya ku di navbera parêzgar û serokê encûmenê de heye hebe. Em bi hev re diçin cihan, em bi hev re li ser babetan diaxivin.

Doh me her duyan bi hev re seredana Hewîceyê kir. Di dîroka Kerkûkê de nebûye ku parêzgar û serokê meclisê bi hev re biçin Hewîceyê lê em çûn, embi hev re çûn. Ev peyam e.

Ew birayekî xoşewîst e, kesekî baş e û em bi hev re karên baş li bajêr dikin. Dema em dibêjin em bi model û sitîleke nû hatine, em naxwazin ezmûna 21 salên borî di karkirinê de ducare bikin. Demek hebû parêzgar Kurd bû, serokê meclisê Kurd bû bi hev re nediaxivîn.

Vê yekê em bi derengî xistin, pirsgirêk û nakokiyan em dereng xistin. Em hatine li ser bingehê fikra aborî kar dikin li vî bajarî. Ev dê bibe paşerojeke baş ji bo ciwanên me, ji bo bajarê me û dibe sedem ku em bedewiya Kerkûkê nîşanî xelkê bidin. Ji ber vê yekîtî û têgihiştina ku niha di navbera parêzgar û meclisa bajêr û serokê meclisê de heye di dîroka Kerkûkê de nebûye.

Rûdaw: Rewşa we bi Eniya Tirkmenî û Partiyê (PDK) re çawa ye?

Rêbiwar Taha: Birayên me yên Partiyê û Tirkmenî Tirkmenî, ji ber ku birayên Ereb hatine, ez hêvî dikim ew her du alî jî werin dest bixin nav destê me û em bi hev re bixebitin.

Rûdaw: Ma nêzîkbûnek heye?

Rêbiwar Taha: Na, ti nêzîkbûnek nîne. Ew tenê daxuyaniyan li ser me belav dikin, behsa me dikin, em bi projeyekê bersiva wan didin, ew gotineke nexweş li ser me dibêjin, em roja din diçin bingeha projeyekê datînin.

Em pişt re diçin nav xelkê, her cara ku wan daxuyaniyek li ser me belav kir, wan zêdetir em han dane ji bo karê baştir, ez spasiya wan dikim. Na, nêzîkbûn nîne, ez hêvî dikim nêzîkbûn çêbibe, em hez dikin ew jî bi me re bin, em bi hev re bibin yek kom.

Ev gavên ku em niha li rêvebiriya Kerkûkê diavêjin ne di berjewendiya hinek partiyan de ne, ev kakilê mijarê ye. Eger ramanên me ji bo xelkê bin, ez hêvî dikim werin, em rêzê li wan digirin û heta vê gavê jî em rêzê li ramanên wan digirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst