Li Wanê keça 13 salî di golê de xeniqî

28-07-2024
RÛDAW
Nîşan Wan Xeniqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Payîzavayê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê zaroka 13 salî di Bendava Zernekê de xeniqî.

Ligel hişyarî û qedexeyên saziyên pêwendîdar li parêzgeha Wanê bûyerên xeniqînê berdewam in.

Li navçeya Payizava keçeka 13 salî ya bi navê Hîranûr Oner ji bo xwe hênik bike kete gola Bendava Zernekê û winda bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên binavgerê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê çûne cihê bûyerê û dest bi kar û xebatên lêgerînê kirin.

Piştî çend demjimêran termê Hîranur Onerê hatiye dîtin û ji nav avê hatiye derxistin.

Tîmên tenduristiyê ji bo otopsiyê cenazeyê wê bir marga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê.

Li ser bûyerê bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Beriya çend rojan Şaredariya Wanê hişyarî dabû ku welatî li cihên hatine qedexekirin nekevin avê û ji bo bûyerên xeniqînê çênebin ji welatiyan xwestibû ku pabendî rênimayan bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst