Serkonsulê Îranê yê Hewlêrê: Serokkomarê nû dê li ser rêya Reîsî be

28-06-2024
Nesrûla Reşnûdî / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nesrûla Reşnûdî / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Îran Hilbijartin Nesrûla Reşnûdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) –Nesrûla Reşnûdî diyar kir ku dê serokkomarê nû yê Îranê jî her li ser rêya Îbrahîm Reîsî be û hêvî dike pêwendiyên Îranê bi Îraq û Herêma Kurdistanê re bihêztir bibin.

Îro saet 08:00an 14emîn hilbijartinên serokomariya Îranê dest pê kirin.

Serkonsulê Îranê yê Hewlêrê Nesrûla Reşnûdî li ser hilbijartinên serokkomariya Îranê ji Rûdawê re axivî.

Li gorî gotina Nesrûla Reşnûdî li Herêma Kurdistanê zêdeyî 10 hezaran Îranî dijîn.

Li Konsulxaneya Îranê ya Hewlêrê sindoqeke hilbijartinê hatiye danîn.

Li gorî zanyariyan, ji bilî sindoqa li konsulxaneyê 3 sindoqên dengdanê yên gerok jî li bajarên Herêma Kurdistanê hene.

Nesrûla Reşnûdî amaje bi girîngiya hilbijartinan kir û wiha got:

''Hilbijartin çarenivîsa welatê me yê xoşewîst diyar dike.

Serokkomarê nû ji dilê van sindoqan tê hilbijartin û dê li ser rêya şehîd Reîsî be.”

Nesrûla Ruşdî behsa pêwendiyên Hewlêr û Tehranê jî kir û wiha got:

“Biryar bû serokkomarê me yê şehîd di çarçoweya ziyareta xwe ya Îraqê de were Herêma Kurdistanê jî lê mixabin ji ber wê rûdawê ew ziyaret pêk nehat.

Înşalah di paşerojêde serokkomarê me yê nû dê li ser rêya serokkomarê me yê berê be û bernameya wî bi cih bîne. "

Em hêvî dikin serokkomarê me yê nû demeke pêwîst ji bo wan planan veqetîne.

Ji bo bihêzkirin û bipêşxistina pêwendiyên Îranê bi Îraq û Herêma Kurdistanê re li ser rêya serokkomarê me yê şehîd be û wan bernameyan bi cih bike.”

Li gorî gotina Nesrûla Rûşdî, di vê hilbijartinê de rêjeyeya beşdariya xelkê ya hilbijartinê ji hilbijartinên berê zêdetir e.

“Beşdariyeke germ heye”

 Nesrûla Rûşdî amaje bi beşdariya hilbijartinan kir û wiha got:

“Ji serê sibehê ku hilbijartinê dest pê kiriye em dibînin ku Îranî beşdarî hilbijartinê dibin.

Hem Îraniyên li Herêma Kurdistanê dijîn û hem jî Îraniyên ji bo geştyariyê li Herêma Kurdistanê ne beşdarî hilbijartinê dibin. “

Li gorî gotina Nesrûla Reşnûdî, zêdeyî 10 hezaran Îranî li Herêma Kurdistanê dijîn.

Li hêla din, Serkonsulê Îranê yê Silêmaniyê Mihemed Mehmûdiyan jî diyar kir ku sindoqên hilbijartinê yên gerok li Kerkûk û Kelarê jî hatine danîn.

Li gorî Mihemed Mehmûdiyan, li Silêmaniyê de derdora 500 an 1000 kesî beşdarî hilbijartinan bibin.

Dengdanê li gorî dema Îranê saet 08:00an dest pê kir û dê heta 18:00an berdewam bike.

Eger pêwîst bike, Navenda Hilbijartinan a Wezareta Karên Navxwe ya Îranê dikara pêvajoya dengdanê dirêj bike.

Namzedên herî berbiçav Mesûd Pizîşkiyan û Seîd Celîlî ne

Li gorî amarên Navenda Hilbijartinan a Wezareta Karên Navxwe ya Îranê, nifûsa welat 88 milyon e û mafê degdanê yê 62 milyon kesan hene.

Li Îranê 4 namzed ji bo serokkomariyê hevrikiyê dikin.

Namzedên wekî Mihemed Baqir Qalîbaf, Seîd Celîlî û Mistefa Pûrmihemedî ji eniya kevneperest û Mesûd Pizîşkiyan jî ji eniya reformxwaz e.

Li gorî rapirsiyan namzedên herî berbiçav Mesûd Pizîşkiyan û Seîd Celîlî ne.

Eger yek ji namzedan ji zêdeyî sedî 50î dengan nestîne dê 5ê Tîrmehê gera duyem a hilbijartinan were kirin.

Geram duyam a hilbijartinan jî dê navbera du namzedên ku herî zêde deng standine de pêk were.

Li Îranê serokkomar 4 salan kar dike û herî zêde 2 caran li pey hev dikare were hilbijartin.

Ketina balafira Îbahîm Reîsî

Îbrahîm Reîsî û Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev 19ê Gulanê li ser sînorê Îranê û Azerbeycanê bi merasîmeke fermî bendavek vekiribû.

Piştî merasîmê di rêya vegerê de helîkoptera Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî li herêma Culfayê ya Tewrêzê ketibû.

Enqaza helîkopterê piştî ketina wê 15 saetan bi dronan hat tesbîtkirin û derket holê ku li cihê enqaza helîkopterê ti nîşaneyên jiyanê nînin.

Televîzyona dewletê ya Îranê ragihand ku kes ji qezayê bi saxîtî nefiliye.

Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr Abdulahiyan, Melayê Înê yê Tewrêzê Ayetulah El Haşim û Parêzgarê Azerbeycana Rojhilat Melîk Rehmetî canê xwe ji dest dabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst