Namzedên serokkomariya Îranê diyar bûn

09-06-2024
RÛDAW
Nîşan Îran Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Encumena Parastina Destûra Bingehîn a Îranê ji bo hilbijartinên serokkomariyê namzedkirina 6 namzedan pesend kir.

Li Îranê dê 14mîn hilbijartinên serokkomariyê bên lidarxistin.

80 kesî xwe ji bo namzediyê tomar kiribû.

Encûmena Parastina Destûra Bingehîn a Îranê namzediya Mihemed Baqir Qalîbaf, Seîd Celîlî, Elîreza Zekanî, Mesûd Pizîşkiyan, Mistefa Pûrmihemedî û Emîr Hisên Qazîzade Haşimî pesend kir.

Namzedên wekî Mihemed Baqir Qalîbaf, Seîd Celîlî, Emîr Husên Qazîzade Haşimî, Elî Zakanî û Mistefa Pûrmihemedî ji eniya kevneperest û Meşûd Bijîşkiyan jî ji eniya reformxwaz e.

Li gorî bernameya hilbijartinan, roja duşemê bi fermî kampanyaya hilbijartinê dest pê dike.

Hilbijartin dê 28ê Hezîrana 2024an were kirin.

Li gorî destûra bingehîn a Îranê eger serokkomar li ser posta xwe nemîne divê komîteyek were avakirin û Serokê Parlamentoyê, Serokê Desthilata Dadweriyê û Alîkarê Yekem ê Serokkomariyê heta 50 rojî serokkomarekî nû hilbijêrin.

Çi bûbû?

Îbrahîm Reîsî û Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev 19ê vê mehê li ser sînorê Îranê û Azerbeycanê bi merasîmeke fermî bendavek vekiribû.

Piştî merasîmê di rêya vegerê de helîkoptera Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî li herêma Culfayê ya Tewrêzê ketibû.

Ji ber şert û mercên xerab ên hewayê karên lêgerînê bi zehmetî dihatin kirin.

Enqaza helîkopterê piştî ketina wê 15 saetan bi dronan hat tesbîtkirin û derket holê ku li cihê enqaza helîkopterê ti nîşaneyên jiyanê nînin.

Kî û kî miribûn?

Televîzyona dewletê ya Îranê ragihandibû ku kes ji qezayê bi saxîtî nefilitiye.

Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr Abdulahiyan, Melayê Înê yê Tewrêzê Ayetulah El Haşim û Parêzgarê Azerbeycana Rojhilat Melîk Rehmetî canê xwe ji dest daye.

Li hêla din 2 rayedarên leşkerî yên pilebilind ên Supaya Pasdaran û 3 muretebat jî di heman helîkopterê de mirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst