Cotkarê nimûneyî yê Kurd li ser asta cîhanê bûye 13emîn

28-05-2024
RÛDAW
Nîşan Cotkarê Kurd Herêma Kurdistanê Zanîngeha Wageningenê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cotkarê Kurd ê nimûneyî Şêx Cemal Girpiçneyî di nava lîsteya cotkarên nimûneyî yên lîsteya Lighthouse Farm Academyê de wekî cotkarê nimûneyî yê 13emîn hat hilbijartin.

Cara yekem e, cotkarek ji Rojhilata Navîn beşdarî lîsteya Lighthouse Farm Academyê dibe.

Cotkar Şêx Cemal Girpiçneyî ji ber berhemanîna 13 cure firingiyan di lîsteya Lighthouse Farm Academyê de cih girtiye.

Lighthouse Farm Academy bernameya Zanîngeha Wageningenê ye û ku taybet li ser cotkariyê ye.

“Ew hilbijartin berhema lêkolînên min e”

Şêx Cemal Girpiçneyî li ser hilbijartina xwe ya di rêza 13emîn a lîsteya Lighthouse Farm Academyê de ji Rûdawê re axivî.

Şêx Cemal Girpiçneyî da zanîn ku ew gelekî kêfxweş e û ev serkeftin berhema lêkolînên wî yên çend sala ye.

Şêx Cemal Girpiçneyî di berdewamiyê jî de wiha got, “Ez bûm yekem cotkarê Kurd e di wê lîsteyê de cih girtiye.

Ez di heman demê jî de bûm yekem cotkarê ji Rojhilata Navîn ê di wê lîsteyê de cih girtiye û bûme cotkarekî nimûneyî."

Navê Kurdistanê jî di lîsteyê de cih digire

Wezîra Çandinî, Cotkarî û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê Bêgerd Talebaniyê jî li ser hilbijartina Şêx Cemal Girpiçneyî ji ser hesabê xwe yê Facebookê wiha got:

"Ez gelekî kêfxweş bûm ku cotkarê Kurd bi awayekî fermî wekî cotkarê nimûmeyî hat hilbijartin.

Birayê hêja Şêx Cemal Girpiçne ji aliyê Zanîngeha Wageningenê ya Navneteweyî wekî yekemîn cotkarê Kurd ê nimûneyî di lîsteya Lighthouse Farm Academyê hatiye hilbijartin.

Herwiha Bêgerd Talebaniyê wiha got: “Çawa navê cotkarê Kurd Şêx Cemal Girpiçne di lîsteya Lighthouse Farm Academyê de wekî cotkarê nimûneyî hatiye hilbijartin, navê Herêma Kurdistanê jî di nava lîsteya welatên ku cotkarî lê pêşketiye de derbas bûye.

Navê Kurdistanê di nava wan welatên pêşketî yên di warê cotkariyê de bi şanazî di rêza 13emîn de cih digire."

Cotkar Şêx Cemal Girpiçneyî gelek caran bi berhemên xwe yên cuda bala medyaya navneteweyî û pisporên cotkariyê dikişîne.

Cotkar Şêx Cemal Husên sala 1952yan li gundê Girpiçneyê yê girêdayî nahiyeya Sengawê ya girêdayî navçeya Çemçemalê ji dayik bûye.

Navçeya Çemçemalê girêdayî parêzgha Silêmaniyê ye.

“Pisporên Holendî çend caran hatin nava zeviyên min”

Şêx Cemal zêdeyî 30 sal in di warê cotkariyê de lêkolînan dike.

Şêx Cemal Girpiçneyî ji Rûdawê re got:

“Wê tîma zanîngeha Holendayê, hatin cem min û çend pirs li ser berhemên min ji min kirin û li ser karên min dest bi lêkolînê kir.

Min 13 cure firîngî çandi bûn û ew ji aliyê zanîngehê ve gelekî girîng bû.

Çend carên din jî hatin serdana min û li nava zeviyên min geriyan.

Zeviyên min dîtin, berhemên min dîtin ji ber wê ez hatim hilbijartin. “

Lighthouse Farm Academyê bernameyeke taybet a Zanîngeha Wageningenê ya Holendayê ye.

Lighthouse Farm Academyê zêdetir girîngiyê dide berhemên taybet û balkêş ê cotkariyê, Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya Koçberan (IOM jî alîkariyê dide xebatên Lighthouse Farm Academyê.

Zanîngeha Wageningenê sala 1918an hatiye damezirandin.

Zanîngeh li ser zanistên çandiniyê pêşkeftina berdewam û hilberîna xwarinê û cihêrengiya biyolojîk kar dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst