Îranê cezayê îdamê yê gerîlayekî pesend kir

28-05-2024
RÛDAW
Nîşan Rêgeş Ethem Ozdemîr PKK Îran Îdam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)  - Îranê cezayê îdamê yê gerîlayê PKKyê Ethem Ozdemîr ê bi nasnavê Rêgeş pesend kir.

Rêgeş 23yê Hezîrana 2019an li qada Kevirê Spî ya herêma Qeleniyê di şerê li gel hêzên Îranê de  hatibû girtin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGyê 28ê Tîrmeha 2019an ragihandibû ku gerîlayek bi birîndarî dîl ketiye destê hêzên Îranê.

Li gorî medyaya nêzîkî PKKyê, Îranê piştî 33 mehên girtîbûna Rêgeş, ew derxist Dadgeha Şoreşê ya li bajarê Xoyê.

15ê Adara 2022yan Dadgeha Şoreşê piştî darizandinê cezayê îdamê dabû Rêgeş.

Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku Rêgeş li girtîgeheke li Urmiyeyê tê ragirtin û cezayê wî yê îdamê ji aliyê dadgeha bilind ve hatiye erêkirin.

Rêgeş sala 1997an li Agiriyê ji dayik bûye û sala 2014an de tevlî PKKyê bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst