Bazirganên pez ji buhabûna ceh û kayê dilgiran in

28-03-2021
RÛDAW
Buhayên kayê û cih jî bi vî awayî ne; 1 kîlograma ceh bûye bi 1200 lîreyên Sûrî
Buhayên kayê û cih jî bi vî awayî ne; 1 kîlograma ceh bûye bi 1200 lîreyên Sûrî
Nîşan Qamişlo Rêveberiya Xweser Ceh
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Girtina xal û deriyên navbera navçeyêan Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Sûriyê bandor li ser tevgera bazirganiyê kiriye. Di nav de jî bazirganiya sewalan li Rojavayê Kurdistanê ziyaneke mezin dîtiye.

Piştî girtina wan xal û deriyan, bi sedên hezaran serî pez di stûyê bazirganan de mane. Weke mînak li navçeya Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê 120 hezar serî pez di destê bazirganan de mane.

Li Qamişloyê jî, hinek xwediyên pez gazinê ji beşekî ji bazirganan dikin.

Yek ji xwediyê pez ji Qamişlo, dibêje, “Tesîra sînor, dema ku pez bimeşe xelk tê de nafikire, lê pez li gel xelkê dom nake. Ev kesên cih tînin, ku bi şev tînin û roj difiroşin, ti kes nizane çawa tînin, li ku derê bi 1200 lîreyên Sûrî bûye!”

Kesên ku bazirganiya ajelan dikin dibêjin, heta ku ew derî girtî bin, ew ziyaneke zêdetir dibînin, ji ber ku divê rojane çendîn car ka û ceh bidin ajelên xwe, nirxa wan alifan jî gelek bilind bûye.

Buhayên kayê û cih jî bi vî awayî ne; 1 kîlograma ceh bûye bi 1200 lîreyên Sûrî, 1 kîlograma kaya spî bi 400 heta 500 lîreyên Sûrî û 1 kîlograma kaya nîskan bi 700 lîreyan e, lê peyda jî nabe.

Rêya bazirganiyê li gel navçeyên li jêr destê hikûmeta Sûriyê hatiye girtin.

Deriyê Sêmalka jî ligel Başûrê Kurdistanê ji 15yê Sibata 2021ê ve, li ber tevgera bazirganî hatiye girtin.

Li gorî amarên berê, rojane bêhtir ji 2 hezar serî pez di deriyê Sêmalka re derbasî Başûrê Kurdistanê dibûn.

Li gel herêmên hikûmeta Sûriyê jî, hejmar vekirî bû û bê merc sewal derbasî navçeyên hikûmetê dibûn, lê bi sedema girtina xal û deriyên navbera navçeyên Rêveberiya Xweser û navçeyên hikûmeta Sûriyê, zehmetî peyda bûne.

Ew xwediyê pez ji Qamişlo, dibêje, “Dema vî pez êmî bixwin û derzî, derman û mirin û nexweşî.. ti kes pê re nagihije, em hemû dê deriyên xwe bigirin biçin.”

Di encama vê rewşê de, bazirgan tûşî ziyaneke mezin bûne û gazinê ji vê yekê dikin û daxwazê ji aliyên pêwendîdar di Rêveberiya Xweser de dikin ku çareyekê ji kêşeya wan re bibîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst