Rêveberiya Xweser ji bo wergirtina genim bang li cotkaran kir

07-06-2023
RÛDAW
Rêveberiya Xweser ji bo wergirtina genim bang li cotkaran kir
Rêveberiya Xweser ji bo wergirtina genim bang li cotkaran kir
Nîşan Rêveberiya Xweser Wergirtina Genim
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ev 14 roj in dest bi wergirtina genimê cotkaran kirine. Rêvebriyê diyar kir ku ew berpirsiyar in ku genimê cotkaran ji wan bikirin û bang li cotkaran kir ku guh nedin bazirganan û genimê xwe nefiroşin wan.

Hevseroka Kompaniya Pêşxistina Çandiniyê li rojavayê Kurdistanê Nebîle Mihemed diyar kir ku qerebalixiyeke zêde li ser sayloyên genim ên li Kobanî, Reqa û Tebqeyê heye û ew saylo tijî bûne, lê tevî vê yekê jî ew dê di kirîna genim ji cotkaran berdewam bin.

Herwiha Nebîle Mihemed got, wan ji desteya trafîkê xwestine ku şofêrên kamyonan yên ku nirxê veguhestina genim zêde ji cotkaran werdigrin bên cezakirin.

Li aliyê din Nebîle Mihemed da zanîn ku ew dê li Kobanî, Reqa û Dêrezorê navendên kirînê zêde bikin.

Desteya Çandiniyê ya Rojavayê Kurdistanê ragihand ku wan heta niha 200 hezar ton genim wergirtine û ew texmîn dikin musima îsal mîlyonek ton genim be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst