Li Qamişloyê stadyûmeke sergirtî tê avakirin

23-10-2023
Hisên Omer
Li Qamişloyê stadyûmeke sergirtî tê avakirin
Li Qamişloyê stadyûmeke sergirtî tê avakirin
Nîşan Qamişlo Stadyûm Ala Hibo Rêveberiya Xweser
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê stadyûmeke sergirtî tê avakirin.

Li Rojavayê Kurdistanê, saziyên Rêveberiya Xweser çend projeyên xizmetguzarî cîbicî dikin.

Lê rewşa aboriyê ya xirab û gefên derekî bi taybet ji aliyê Tirkiyeyê ve gelek caran dibin asteng li pêş wan projeyan û biserîkirina wan dereng dimîne.

Li taxa Enteriyê ya Qamişloyê, Rêveberiya Xweser projeya çêkirina stadyûmeke sergirtî ya futbolê cîbicî dike.

Proje ji aliyê kompanyayeke xwecihî ya Rojavayê Kurdistanê ve tê cîbicîkirin.

Tevahiya karên dîzayn û cîbicîkirinê ji aliyê endezyar û şarezeyên Rojavayê Kurdistanê ve hatine kirin.

Rêveber û serpereştiyarê projeyê Endezyar Ala Hibo derbarê projeya vê stadyûmê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê axivî.

Revebirê projeyê Endezyar Ala Hibo got, "Li taxa Enteriyê ya Qamişloyê stadiyuma sergirtî çêdikin.

Firehiya wê 36 metre û dirêjahiya wê jî 54 metre ne.

Ev stad sergirtî ye, di havînê û zivistanê de lîstik lê nasekinin. Ev ji xortên taxê re ye ji bo ku bêhna xwe lê derxin.

Li kêleka stadyûmê wê şînkahî, dar, kursî hebin, dê bibe wekî parkekê. Dê malbat jî bikaribin werin li dora wê rûnên.

Em vê stadê diyarî xelkê xwe yê taxa Enteriyê dikin."

Bi sedema rewşa awarte li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, kompanyayên biyanî veberanînê li Rojavayê Kurdistanê nakin.

Lewma tevahiya projeyên ku tên kirin ji aliyê kompaniyên xwecihî û destê kar ê xelkê Rojavayê Kurdistanê tên cîbicîkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst