Cindirês: Nexweşeke penceşêrê daxwaza alîkariyê dike

28-02-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Pêdiviya nexweşên penceşêrê li Cindirêsê bi dermanan hene
Pêdiviya nexweşên penceşêrê li Cindirêsê bi dermanan hene
Nîşan Erdheja Mereşê Cindirês Derman
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî erdheja 6ê sibatê li Bakur û Rojavayê Kurdistanê,  ziyaneke mezin ber Cindirêsê ket û êş û pêwîstiyên zêdetir ên welatiyan diyar bûn, bi taybet kesên ku nexweşiyên wan ên demdirêj hene.Yek ji wan kesan Dilşan e, ew jina Kurd a ji Cindirêsê niha di bin çadiran de dimîne nexweşiya penceşêrê heye û pêwîstiya wê bi derman û çareseriyê heye.

Li bajarokê Cindirêsa yê ser bi Herêma Efrînê, piştî erdheja 06ê Sibatê, li jêr van kavil û wêraniyan, bi sedan çîrokên biêş û azar hene.

Yek ji wan, çîroka nişteciyeke resen a wî bajarokî ye. Dilşan, ew jina ku nexweşa penceşêra xwînê ye, di vê rewşê de, piştî wêranbûna mala wê û derbiderbûna wê, nema dikare dermanê çareseriya xwe ya tendirustî jî peyda bike, êdî banga xwe digihîne xêrxwazan da alîkariya wê bikin, ji bo derman bidest bixe.

Nexweşa penceşêrê ji Cindirêsê Dilşan dibêje: “Ez nexweşim, nexweşî di nav xwîna min de heye. Mala min herifî ye, min çadir heye, lê ez derman dixwazim. Ez ji xêrxwaza dazwazê dikim ku ji bo kirrîna derman alîkariya min bikin.”

Pêwîstiya Dilşan derman heye ji bo êş û azarên pênceşêrê li ser can û laşê xwe sivik bike û çareseriya xwe bibîne.

Dilşan herwiha got: “

Encûmena Xwecihî ya Cindirêsê ragihandiye ku bi sedema wê erdhejê, 1 hezar û 50 malbat derbider û bê xizmetguzarî mane, di nav wan de, bi hezaran nexweş û birîndar jî hene.

Di heman demê de, Rêxistina Berevaniya Sivîl a Kumsipiyan ragihandiye, tîmên wê li Cindirêsê, kar li ser dirustkirina nexweşxaneyekê dikin.

Lê, ne pêkan e êşa dijwar a Dilşan, ji ber penceşêrê, li benda biserîbûna wê nexwşxaneyê, bê ragirtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst