Encûmena Parêzgeha Kerkûkê civiya: Heta niha jî parêzgar nehatiye diyarkirin

11-07-2024
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî hilbijartinan bi 7mehan îro yekem civîna Encûmena Parêzgeha Kerkûkê hat lidarxistin.

Biryar bû civîn saet 13:00an bihata kirin lê belê ji ber nakokiyên di navbera aliyan de hatibû bipaşxistin.

Li gorî zanyariyên Rûdawê sedema paşxistina civînê jî ew bû ku hinek aliyan daxwaz kiribûn civîn bi awayekî girtî were lidarxistin.

Serokwezîr Îraqê Mihemed Şîya El Sûdanî 2 roj berê banga lidarxistina civîna Encûmena Parêzgeha Kerkûkê kiribû.

Sûdanî xwestibû Encûmena Parêzgeha Kerkûkê îro saet 13.00an de bicive.

Di destpêka civînê de Parêzgarê Kerkûkê Rakan Ciburî axivî û got:

"Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şîya El Sûdanî xwest ku civîn bi beşdariya nûnerê wî li Parlamentoya Îraqê Parlamenterên Kerkûkê û endamên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bê lidarxistin.

 Hêvîdar im em karibin di navbera hemû aliyan de bigihên encamekê da ku parêzgarekî ji Kerkûkê re tayîn bikin.“

YNK: Em ji lîstika siyasî dilgiran in

Li gorî zanyariyan civîna li ser hilbijartina parêzgarê Kerkûkê hat lidarxistin nêzîkî nîv saetê dewam kir.

Endamê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Rêbiwar Taha li ser naveroka civînê ji rojnamegeran re axivî.

Rêbiwar Taha got, “Dilgiraniyek hebû û çareser bû. Dê hikûmeta herêmî ya Kerkûkê kengî were avakirin?

Ji bo rê li ber avakirina hikûmeta Kerkûkê bigirin planek hebû. Armanca wan tenê organîzekirina vê rûniştinê bû.”

Taha amaje bi wê yekê jî kir ku YNK hêzeke girîng e li Kerkûkê û da zanîn ku ew tiştê ku wan dixwest di wê civînê de bi dest xistine.  

Civîna Encûmena Parêzgeha Kerkûkû bi awayekî vekirî û bê encam bi dawî bû.

Ji bo diyarkirina birêveberiyan divê di nava 30 rojan de partiyên siyasî li derveyî Encûmena Parêzgeha Kerkûkê li hevdû bikin û wisa li Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bicivin.

PDK: Armanca me rewakirina Encûmena Kerkûkê bû

Serokê Koma Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li Kerkûkê Hesen Mecît piştî civînê ji rojnamegeran re got:

“Me berê biryara lidarxistina vê civînê dabû. Armanca me rewakirina Encûmena Kerkûkê bû.”

Li aliyê din, Alîkarê Serokê Parlamentoya Îraqê Şaxewan Ebdullah jî li ser posta parêzgarê Kerkûkê axivî.

Şaxewan Ebdullah da zanîn kîjan aliyê siyasî piraniya kursiyan bi dest xistibe dê posta parêzgariyê ji bo wê be.

Aliyên siyasî li ser posta parêzgariyê li hevdû nakin

YNKyê piraniya kursiyên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bi dest xistiye û ew eşkere dike ku posta parêzgariyê mafê wê ye.

Li aliyê din, PDK, Ereb û Tirkmen jî eşkere dikin ku ew post mafê hemû aliyan e û ew dikarin bi awayekî demkî wê postê bidin pêkhate û aliyên li Kerkûkê.

Di Encûmena Parêzgeha Kerkûkê de 16 kursî hene ku yek ji wan jî a pêkhateyan e.

18ê Kanûna Paşîn a 2023an hilbijartinên herêmê yên encûmenên parêzgehên Îraqê hatin lidarxistin.

Tirkmenan 2, Ereban 6 kursî, YNKyê 5 kursî, PDKyê 2 kursî û Xirîstiyanan jî bi rêya kotayê kursiyek bi dest xistibûn.

Li gorî yasayê her ji 4 salan carekê hilbijartinên encumenên parêzgehên Îraqê tên lidarxistin.

Ji ber êrîşên DAIŞê yên piştî sala 2013an, pirsgirêkên ewlehiyê hilbijartin nedihatin lidarxistin.

Her wiha li gorî yasayê divabû 5ê Sibata 2024an de yekemîn civîna Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bihata lidarxistin lê ji ber nakokiyên aliyan siyasî civîn hatibû bipaşxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst