Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku ew piştgiriyê didin Kurdên Sûriyeyê û mafên wan diparêzin.
Recep Tayyîp Erdogan îro li ser mijarên di rojeva cîhanê û herêmê ji kovara nûçeyan a Amerîkî Newsweekê re axivî.
Erdogan li ser pirsa çareseriya krîza Sûriyeyê û hebûna Amerîkayê ya li li Sûriyeyê wiha got:
”Em miletek in ku herî zêde bandorê ji şer û rûbirûbûnên li cîrana me Sûriyeyê çêbûne dibînin.
Amerîka li Sûriyeyê piştgiriyê nade Kurdan, piştgiriya terorîstan dike.
Em piştgiriya didin Kurdên Sûriyeyê û mafên wan diparêzin.”
Erdogan her wiha eşkere kir ku ne li Îraq û ne jî li Sûriyeyê ti pirsgireka wan bu Kurdan re nîne û pirsgirêka wan bi rêxistinên cudahîxwaz re ye.
Her wiha Recep Tayyîp Erdogan li ser pirsa koçberên Sûriyeyên yên li Tirkiyeyê jî wiha got:
“Eger roja wê hat, mêhvanên me yên Sûriyeyî dê şer li pey xwe bihêlin û bi xwesteka xwe vegerin welatê xwe.
Hewldanên me yên di vî warî de dê zêdetir bibin û em dê stratrejiyên xwe yên çareseriyê bidomînin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse