CPT: Ji ber operasyonên Tirkiyeyê 182 malbat koçber bûn

12-07-2024
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan CPT Kameran Usman Operasyonên Tirkiyeyê Başûrê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tîmên Aştiyê yên Civakî (CPT) ragihand ku artêşa Tirkiyeyê di 27 rojan da 285 caran Herêma Kurdistanê bombebaran kiriye.

Berpirsê Tîmên Aştiyê yên Civakî (CPT) Kameran Usman ji Rûdawê re ragihand ku ji 15ê Hezîranê heta 11ê Tîrmehê artêşa Tirkiyeyê 285 caran Herma Kurdistanê bombebaran kirine.

Li gorî CPTyê, ji ber bombebaranên dawî yên Tirkiyeyê 182 malbat koçber bûne.

8 gund hatine valakirin

Kameran Usman da zanîn ku ji ber operasyon û bombebaranên Tirkiyeyê li navçeya Amêdiyê ya Dihokê 8 gund bi temamî hatine valakirin.

Herwiha Kameran Usman ragihand ku metirsiye heye 602 jî bên valakirin.

65 hezar donim zeviyên çandinyê şewitîne

Li aliyên din li gorî CPTyê, li parêzgeha Dihokê di topbaran û bombebaranên Tirkiyeyê de 65 hezar donim zêviyên çandiniyê jî şewitîne.

Di 8 mehan de 8 sivîl hatine kuştin

Di 8 mehên borî de li Herêma Kurdistanê di bomberanên Tirkiyeyê de 8 sivîlan jî canê xwe ji dest daye.

Herwiha sivîlek jî birîndar bûye.

Di 33 salan de 344 sivîl hatine kuştin

Li gorî amarên CPTyê, ji 1991ê heta niha li Herêma Kurdistanê 344 sivîlan di bomberanên Tirkiyeyê de canê xwe ji dest daye û 358 kes jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst