EFRÎN - Grûpên çekdar dîsa êrişî malbata Pêşmergan kir: Xortekî 15 salî birîndar e

26-08-2023
RÛDAW
Nîşan Malbata Pêşmergan Efrîn Cindirês
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Grûpên çekdar li Cindirêsê cara sêyemîn e êrişî malbateke Kurd a bi navê Pêşmerg dike.

Di êrişa vê carê de ciwanekî malbata Pêşmergan birîndar bû.

Çalakvanê mafên mirovan Îbrahîm Şêxo ji bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand.

Çekdarên grûpa Ehrar El-Şerqiyeyê ya ku Tirkiye piştigiriya wê dike, bi ser mala Pêşmergan a li nahiyeya Cindirêsê de girt.

Di wê êrişê de kurê malbatê Nezmî Eşref Osmanê 15 salî bi kêrê hat birîndarkirin.

Îbrahîm Şêxo destnîşan kir ku ciwanê birîndar, veguhest Nexweşxaneya Biharê ya Efrînê.

Ev cara sêyem e ku endamên grûpên çekdar êrişî malbata Pêşmergan dike.

Ji heman malbatê 4 kes hatibûn kuştin

Roja Yekşema 23yê Tîrmeha 2023yan çekdaran pîrketek li pişta wî xortî da û hewl da bi otomobîlê pê lê bikin.

Roja Yekşema 20ê Tebaxa 2023yan jî careke din çekdaran êrişî wê malbatê kiribû.

Tê zanîn ku 20ê Adara 2023yan, êvara Newrozê, çekdaran 4 kes ji heman malbatê kuştibûn û heta niha jî nehatine cezakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst