CINDIRÊS - Çekdaran laşê ciwanekî malbata Pêşmergan qul kiriye da ku wekî nîşan bimîne

27-08-2023
Hisên Omer
Nezmî Eşref Osman
Nezmî Eşref Osman
Nîşan Malbata Pêşmergan Cindirês Grûpa Ehrar El-Şerqiye Nezmî Eşref Osman Komkujiya Cinidirêsê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Grûpên çekdar li Cindirêsê cara sêyemîn e êrişî malbateke Kurd a bi navê Pêşmerg dikin.

Di êrişa vê carê de ciwanekî malbata Pêşmergan birîndar bû.

Çalakvanê mafên mirovan Îbrahîm Şêxo ji bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand.

Çekdarên grûpa Ehrar El-Şerqiyeyê ya ku Tirkiye piştigiriya wê dike, roja şemiyê bi ser mala Pêşmergan a li nahiyeya Cindirêsê de girt.

Di wê êrişê de kurê malbatê Nezmî Eşref Osmanê 15 salî bi kêrê hat birîndarkirin.

Îbrahîm Şêxo destnîşan kir ku ciwanê birîndar, veguhest Nexweşxaneya Biharê ya Efrînê.

Ev cara sêyem e ku endamên grûpên çekdar êrişî malbata Pêşmergan dikin.

“Bi kêrê laşê wî qul kiriye da ku wekî nîşan bimîne”

Rûşîn Osman meta Nezmî Eşref ji bajarê Cindirêsê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re hûrgiliyên vê êrîşê vegotin.

Rûşîn Osmanê anî ziman, "Got `8 meriv bûn. 2 kes di makineyan de sekinîbûn, di her makîneyekê de yek hebû.

2 kes jî li serê cadeyê sekinîn û 4 kes hatin min û wan bi dar li stûyê min xist.`

Bi kêrê laşê wî qul kiriye daku wek nîşanê bimîne. Piştre bi pehînan li zikê wî daye."

Çekdaran berê jî hewla kuştina Nezmî Osman dabû

Leman Xelîl, Berdevka Rêxistina Mafên Mirov li Efrînê ji Rûdawê re got, roja 23yê Tîrmehê jî çekdarên Ceyş el- Şerqiyeyê hewla kuştina Nezmî Osman dabû.

Berbanga roja 20 Tebaxê jî, çekdarên heman grûpê ku berê 4 kes ji malbata Pêşmergan kuştine, êrîşî mala Pêşmergan kiribû û gefa kuştinê li hemû endamên malbatê xwaribû.

Komkujiya Cindirêsê

Şeva Newrozê, çekdarên Ceyş el-Şerqiyeyê bi hinceta vêxistina agirê Newrozê, êrişî malbata Pêşmergan kiribû û 4 kes ji malbatê bi çekên giran li pêş wala wan kuştibûn.

Tevî ku kujer aşkere ne û li tawana xwe mikur hatine jî heta niha ti ceza li wan nehatiye birîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst