Li Wanê bihayê nan hat zêdekirin

27-12-2022
RÛDAW
Nîşan Wan Bihayê Nan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê bihayê nan li nanpêjxaneyan 50 quruş hat zêdekirin. Nirxê yek nanê semon ê 210 gram bi bihayê xwe yê nû bû 4 lîreyên Tirkî.

Odeya Nanpêjxaneyên parêzgeha Wanê roja Dûşemê 26ê Berfenbara 2022an bi daxuyaniyekê ragihand ku nirxê nan li nanpêjxaneyên wê parêzgehê 50 quruş hatiye zêdekirin.

Di daxuyaniyê de hatiye ragihandin ev bihabûn ji ber zêdekirina mûçeyê kêmane û zêdebûna xerciyan hatiye kirin.

Ev bihabûna li Wanê di nan de hatiye kirin bi îmzeya Serokê Yekitiya Odeyên Esnaf û Pîşesazkarên Wanê Îsa Berde û Serokê Odeya Nanpêjxane û Xwaringehên Wanê Sabrî Işik hat kirin.

Piştî bihakirinê nirxê yek nanê semon ê 210 gram li Wanê nirxê yek nanê pîde yê 210 gram û nirxê yek nanê pîde yê 200 gram bûn 4 lîreyên Tirkî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst