Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê dest bi belavkirina tovê genim kir.
Rêveberiya Xweser her tonek tov bi 225 dolaran difiroşe cotkaran.
Li Rojavayê Kurdistanê û herêmên din ên Rêveberiya Xweser, Saziya Bipêşxistin û Pirkirina Tovan amadehiyan ji bo sala çandiniyê ya 2024-2025an dike.
Salên borî, ji ber ku cotkaran tovên nedermankirî bi kar anîbû nexweşî ketibû zadên cotkaran û dahata genimê cotkaran kêm bûbû.
Saziya Bipêşxistin û Pirkirina Tovan a Rêveberiya Xweser hewl dide zêdeyî 100 hezar ton tovê bêjingkirî û dermankirî ji cotkaran re ji bo sala çandiniyê ya 2024-2025an amade bike.
“Heta niha 11 hezar ton genim hatiye amadekirin”
Endamê Hevserokatiya Saziya Bipêşxistin û Pirkirina Tovan a Rêveberiya Xweser Salih Bozan li ser amadehiyan axivî û got:
“Li gorî biryara hejmar 6 a Desteya Çandinî û Avdanê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tenê Saziya Bipêşxistin û Pirkirina Tovan ji bêjingkirin û dermankirina tovên çandiniyê yên pak û parastî berpirsyar e.
Me di vî warî de tevî Desteya Çandinî û Avdanê ji bo bicihkirina vê biryarê komîte saz kirine.
Me heta niha 11 hezar ton genimê bêjingkirî û dermankirî amade kiriye ku li ser cotkaran werin belavkirin.”
Salên borî ji ber li çend navçeyên Rêveberiya Xweser cotkaran tovên nedermankirî bi kar anîbû, nexweşî ketibû zadên wan û berhemekî zêde kêm bi dest xistibûn.
Saziya Bipêşxistin û Pirkirina Tovan a Rêveberiya Xweser li ser tovan hişyariyê dide.
“Tov parastî ye”
Salih Bozan behsa girîngiya tovê pak kir û da zanîn:
“Tovê Saziya Bipêşxistin û Pirkirina Tovan bêjingkirî û dermankirî ye ji hemû nexweşiyan parastî ye.
Ji aliyê pisporên çandiniyê ve hatiye çavdêrîkirin û di encamê de dê berhemekî zêde baş bide û cotkar sûd û qazancê jê bibînin.
Her wiha ev tov ewlehiya xwarina civakê dabîn dike, her tonek bi 225 dolaran e û li gorî plana çandiniyê tê firotin.”
Saziya Bipêşxistin û Pirkirina Tovan a Rêveberiya Xweser diyar kir ku wan heta niha 3 hezar girêbestên wergirtina tovên çandiniyê bi cotkaran re îmze kirine.
Sazî ji bo sala çandiniyê ya 2024-2025an hewl dide zêdetirî 100 hezar ton tovê bêjingkirî û dermankirî ji cotkaran re amade bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse