Rêveberiya Xweser dest bi wergirtina pembo kir

2 demjimêr berê
RÛDAW
Dîmenê karkerên pembo li Rojavayê Kurdistanê: Wêne: Medyaya Rêveberiya Xweser
Dîmenê karkerên pembo li Rojavayê Kurdistanê: Wêne: Medyaya Rêveberiya Xweser
Nîşan Saziya Giştî ya Pembo ya Rêveberiya Xweser Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Cotkarên Rojavayê Kurdistanê Welaa El-Mihemed Bihayê Pembo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê îsal dê her toneke pembo bi 600 dolarên Amerîkî ji cotkaran bikire.

Li gorî zanyariyên berpirsên Rêveberiya Xweser wergirtina berhema pemboyê îsal dest pê kiriye.

Pembo dê li 3 navendên serekî yên li Reqa, Hesekê û Dêrezorê werin bicihkirin.

Rêveberiya Xweser ragihand ku ew dê hemû berhemê mûsimê ji cotkaran bikire.

Rêveberiya Xweser pêşbînî dike ku berhema îsal a pemboyê bigihêje 75 hezar û 100 hezar tonî.

Saziya Giştî ya Pemboyê ya Rêveberiya Xweser, dê her toneke pembo bi 470 dolarên Amerîkî bikire û dê serê her tonê jî 130 dolaran wekî piştgirî bide cotkaran.

“Bihayê toneke pembo 600 dolarên Amerîkî ye”

Hevseroka Saziya Giştî ya Pemboyê ya Rêveberiya Xweser Wela El-Mihemedê got:

“Em gihiştin wê yekê ku bihayê pembo 470 dolar be.

Her wiha me derfetek ji bo sûdwergirtinê ji cotkaran re hişt û êdî biha ji bo her tonê bû 600 dolar.“

Wergirtina pemboyê îsal dest pê kiriye û pembo dê li 3 navendên sereke werin wergirtin.

Li gorî zanyariyan dê pembo li Reqa, Hesekê û Dêrezorê werin wergirtin.

“Navend ji bo wergirtina pembo amade ne”

Wela El-Mihemedê behsa pêvajoya wergirtina pembo jî kir û wiha berdewam kir:

“Me ji bo werrgirtina pembo 3 navend amade kirine, navendek li Dêrezorê, yek li Hesekê û yek li Reqayê yê.

Ew navend bi giştî ji bo wergirtina pembo amade ne.

Dîsa me ji bo wergirtina berhemê pembo kadroyên teknîkî yên pispor amade kirine.

Me bêhtir ji kurseke perwerdeyê ji kadroyan re vekir.

Me bihayê pembo jî li ser binemaya mesrefa her donimekê vekir.”

Divê were gotin, sala 2023yan Rêveberiya Xweser bihayê pembo diyar kiribû lê pembo ji cotkaran nekirîbû.

Her wiha cotkaran bihayê toneke pemboyê xwe bi 420 dolaran firotibûn bazirganan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst