Rêveberiya Xweser jin û zarokên DAIŞê vedigerîne nava civakê

Duh li 01:58
Nîşan Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Navenda Çavdêriya Civakî ya Rêveberiya Xweser Neîme Mihemed Bernameya Xizmetguzariyan a Amerîkayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê jin û zarokên DAIŞê vedigerîne nava civakê.

Rêveberiya Xweser hewl dide, jin û zarokên DAIŞê yên Sûriyeyî yên ku ji Kampa Holê hatine derxistin bi rêya bernameyên civakî û xwendinê vegerîne nava civakê.

Endama Hevserokatiya Navenda Çavdêriya Civakî ya Rêveberiya Xweser Neîme Mihemed li ser bernameya zarok û jinan axivî û got:

“Piştî vebûna Navenda Çavdêriya Civakî ya Desteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Xweser me rewşa jinên ku ji Kampa Holê hatine derxistin nirxand û tevî Bernameya Xizmetguzariyan a Amerîkayê dest bi vê projeyê kir.”

Navenda me li ser du qonaxan xebitiye.

Aniha me dest bi qonaxa sêyem kiriye ku ji nirxandin û berfirehkirinê pêk tê.

Ew jî ji pirsên kar, xwendin, tendruristî û ewlehiyê li xwe digire. 

Em li ser vegerandina civakê ya jin û zarokên ku ji Îlona 2023yan ve ji Kampa Holê hatine derxistin dixebitin.”

Kelûpel û amûrên xwendinê yên Rêveberiya Xweser li zarokan tên belavkirin.

Rêveberiya Xweser dixwaze zarokan ji fikr û bîra DAIŞê rizgar bike ku jiyaneke asayî bijîn.

“Zarok paşê dê biçin dibistanan”

Neîme Mihemedê li ser perwerdekirina zarokan da zanîn:

“Di çarçoveya kampanyaya Hûn Di Nav Xizmên Xwe De Ne pêdiviyên xwendinê li zarokên ku ji Kampa Holê hatine derxistin tê belavkirin.

Hejmara wan 380 zarok in. Armanca vê kampanyayê vegerandina zarokan a li nav dibistanên Rêveberiya Xweser e.

Di heman demê de ev ji aliyê aborî jî piştgiriya zarokên bêmalxwe tê kirin.”

Ji 2019an û heta niha 9 hezar jin û zarokên DAIŞê yên Sûriyeyî ji kampên Rêveberiya Xweser hatine derxistin.

4 hezar zarok ji wan xelkê Reqayê ne. Rêveberiya Xweser bi vê projeyê dixwaze zarok û jinan vegerînê nava civakê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst