Dêrsim: Qada Sûlavên Munzûrê ji bo seyranê hat qedexekirin

27-05-2024
RÛDAW
Nîşan Dêrsim Çemê Munzûrê Duzgun Baba
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Pilûrê ya parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê qada Sûlavên Munzûrê ji bo seyran û kampan hat qedexekirin.

Sûlavên Munzûrê (Munzûr Baba) di asta yekemîn de di bin parastinê de ye.

Parêzgariya Dêrsimê li ser qedexekirinê daxuyaniyek belav kir.

Li gorê daxuyaniya Parêzgariya Dêrsimê bi armanca bo geştyaran xizmeteke baştir bê pêşkêşkirin ji 1ê Hezîranê heta 15ê Îlonê qada Sûlavên Munzûrê ji çûna seyranê û danîna konan re hatiye qedexekirin.

Parêzgariyê di daxuyaniyê de diyar kir ku li Sûlavên Munzurê yên li gundê Ziyaretê li kêleka avê ji bo seyranê rawestandin, ji derve kelûpel anîn, avjenîkirin, kampavakirin, komkirina dar û giya û pîskirina jîngehê hatiye qedexekirin.

Herwiha hat ragihandin ku ji xeynî otomobîlên welatiyên temen mezin û astengdar ketina otomobîlan a qadê jî qedexe ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst