Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsim a Bakurê Kurdistanê li Zanîngeha Munzurê polîsan 5 xwendekar desteserkirin.
Berî çend rojan xwendekarên Zanîngeha Munzurê bi agahiya ku dê biçin konsertê ji bo beşdarbûna şahiya Ak Ciwan ya li Edeneyê hatibûn birin.
Li gor agahiyên peyamnêrê Rûdawê ê Dêrsimê rêxistinên xwendekaran 27ê Gulana 2022ê bi vê sedemê li zanîngehê belavokeke hevbeş belav kirine. Lê di dema belavkirinê de li xwaringeha zanîngehê di navbera du grupan de alozî derketiye.
Li ser vê aloziyê polîsan grupa ku protesto pêk anîbû dorpêç kiriye û ji xwendekarên ku govend digirtin re gotine “Govendê nekin, bi vî awayî hun çalakî dikin û ji wan xwestine ku belav bibin. Li ser vê yekê polîsan midexaleya grupê kiriye û 5 xwendekar desteserkirine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse