2 milyon xwendekarên zanîngehê dest ji xwendinê berdaye

17-01-2024
RÛDAW
Nîşan Desteya Kalîteya Xwendina Bilind Xwendekar Zanîngeh
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di nav 5 salên dawî de milyonek û 957 hezar xwendekarên zanîngehê dest ji xwendinê berdaye.

Li gorî rapora Desteya Kalîteya Xwendina Bilind a di nav salên 2018 û 2022yan de hejmara xwendekarên ku ji zanîngehê dernaçin û dest ji xwendinê berdidin zêde bûye.

Herwiha li gorî amarên hatine eşkerekirin, sala 2015an hejmara xwendekarên ji zanîngehê veqetiyane 98 hezar bûye û ev hejmar sala 2017an derketiye 150 hezar xwendekarî.

Piştî sala 2018an jî ev hejmar gihiştiye zêdeyî 300 hezar xwendekarî.

Di sala 2019an de 538 hezar xwendekaran dest ji zanîngehê berdaye û herî dawî di sala 2022yan de ev hejmar bûye 390 hezar xwendekar.

Wate di navbera salên 2015 û 2022yan de 2,3 milyon xwendekar ji zanîngehê veqetiyane û 2 milyonê wê di nav 5 salên dawî de çêbûye.

Xwendekar rûbirûyî zehmetiyan dibin

Di rêzbendiya zanîngehan de jî Zanîngeha Anadoluyê bi veqetîna 78 hezar xwendekaran yekemîn e.

Herwiha 68 hezar xwedekar ji Zanîngeha Stenbolê û 66 hezar xwendekar jî ji Zanîngeha Gaziyê veqetiyane.

Di raporê de derbarê sedemên destberdana ji zanîngehê de ti zanyarî nehatine belavkirin lê li Tirkiyeyê ji ber sedemên aboriyê xwendekar rûbirûyî zehmetiyan dibin.

Li gorî amarên Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) di nav salên 2006 û 2022yan de mûçeyê derçûyên dibistana seretayî ji sedî 987 lê mûçeyê derçûyên zanîngehê ji sedî 622 zêde bûye.

Li gorî salan hejmara xwendekarên ku ji zanîngehê veqetiyane:

2015      98 hezar xwendekar

2016      119 hezar xwendekar

2017      150 hezar xwendekar

2018      306 hezar xwendekar

2019      538 hezar xwendekar

2020      384 hezar xwendekar

2021      339 hezar xwendekar

2022      390 hezar xwendekar

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst