Hewlêr (Rûdaw) – Sala 1965an 160 malbatên Laz li 2 gundên Kurdisanê hatin bicihkirin, li gorî gotina wan ew li Wanê “Laz” in û dema diçin Trabzonê jî xelk ji wan re dibêje “Kurd” hatine.
Dibe ku gelekan ji we nebihîstibe ku li navçeya Qelqeliya Wanê gundekî Lazan heye.
Laz qewmek in ku li aliyê Deryaya Reş a Tirkiyeyê dijîn û zimanekî wan ê taybet heye lê êdî piraniya wan heliyane û xwe Tirk dibînin.
Di dema xwe de hikûmetê piştî rabûna lehiyekê li Trabzonê hinek Laz birine û li 2 gundên Qelqeliyê bi cih kirine.
Pîrejineke 80 salî ya Laz ji diyar kir ku dema ew çûye wî gundî 21 salî bûye.
6 zarokên wê li wir çêbûnê, hevjînê wê li wir miriye û ew spartine axê.
Êdî here dereke din jî bêriya gundê xwe dike lê dema ew rojên koçê têne bîra wê, çavên wê tijî hêsir dibin.
Gundekî Qelqeliya Wanê her halî gundekî ji rêzê yê lê tişta ku ne ji rêzê ye şeniyên gund in.
Ji ber ku hemû şênî Laz in, yek ji wan jî pîrejineke 80 salî ye.
6 zarokên wê li wir çêbûnê, hevjînê wê li wir miriye.
“Em bêriya wir jî dikin”
Gundiya bi navê Nedîme Baldaciyê li ser bicihbûna li Qelqeliya Wanê got:
“Ew der memleketê me bû, çawa em bêriya wir nekin.
Berê em diçûn dihatin lê ji zû ve ye ez neçûme.
Du sal berê tiyê min mir em çûn û hew. Berê em û Kurd nediçûn nedihatin cem hevdû û paşê em çûn û hatin, karker ji me re pêwîstbana ew dihatin.
Ji bo pale û erdan filan me karker digirtin. Çûnûhatin zêde bû.
Tu xirabiya wan negîhişt me. Însanên baş in. Xwedê ji wan razî be."
Sala 1965an li du navçeyên Trabzonê lêhî radibe.
160 malbatên ku ji 460 kesî pêk tên ji hêla dewletê ve têne veguhastin û li Qelqeliyê du gund ji wan re têne çêkirin.
Mebesta dewletê ew e ku "welatiyên nimûne" pêk werin û bandora wan li gundên Kurdan ên derdorê bibe.
“Ferqa Kurdan û Lazan nîne”
Muxtarê gund ê bi navê Abdullah Korkmaz jî anî ziman:
"Kurd û Laz ji bo me yek in. Bila însan be ew bes e. Li vir ti pirsgirêkeke me nîne.
Hemû dost û cîranên me li vir in.
Bi wan re bi qasî mîsqalê pirsgirêka me nîne. Em Wanî ne û ji bo me her der Trabzon e.
Qet ferq nake û her der wek hev in, ha rojhilat ha rojava, ji bo me ferq nîne.
Kurd ji vir in. Em jî li vir çêbûn û li vir mezin bûn.”
Her wiha gundiyê bi navê Yakup Baltaci jî behsa bicihbûna li gundên Wanê dike û got:
"Bavên me yên rehmetî hatin vir. Polîtîkayeke dewletê bû. Ji bo ku bi gelê vir re aşê me tev bigere em anîn vir.
Bi rastî jî însanên mê yên rojhilat gelekî baş in. Gelekî jî danê me tev dikele. Pirsgirêkên me nînin.
Me jin dane hevdû. Du bûkên min Kurd in û min 2 keçên xwe jî dane Kurdan û ew ji eşîra Birûkiyan in. Hal ev e."
Emek û Donerdere 2 gundên Lazan in.
Di nava 60 salan de beşek ji wan vedigerin lê piranî li vir dimînin û bi gundên derdorê yên Kurdan re pêwendiyan datînin.
Keç û xort jî bi hev re dizewicin û ew ne Laz dimînin ne jî tam dibin Kurd.
Gelek ji wan fêrî Kurdî bûne û ji halê xwe razî ne.
Dema ew hatine vir dewletê serê her malekê dora 200 donimî jî zevî daye wan.
Li şûna ku ew gundên derdorê biguherînin, bi xwe neçarî guherînê bûne.
Li gorî gotina wan xelkê Wanê ji wan re dibêjin “Laz” lê dema ew diherin Trabzonê jî xelkê wan ji wan re dibêjin “Kurd” hatine.
“Em û Kurdan tevlîhev bûne”
Welatiyê bi navê Mehmet Tunç behsa serpêhatiya xwe kir û da zanîn:
"Ez li vir çêbûme û 43 salî me. Jiyana me li vir derbas bû û ti qezenceke me ya zêde jî nîne.
Ji Xwedê re şukir. Ez 15 sal in dikandariyê dikim ti pirsgirêka me bi kesî re nîne.
Bi wan (Kurdan) re danûstandina me çêbû. Ew mêvanperwer in. Ti pirsgirêkên me nînin.
Ji Xwedê re şukir. Me jin dane û jin jê anîne.”
Her du gundên Lazan ên li Wanê, li hêlekê hewl didin koka bav û bapîrên xwe ji bîr nekin û li aliyekî din jî tevlî Kurdan dibin û dibin Kurd.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse