Cewad Zerîf: Em ji ber êrişên ser Hewlêrê dilgiran in

27-04-2021
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê Mihemed Cewad Zerîf
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf kir. Zarîf got “Em ji ber êrişên ser Hewlêrê dilgiran in.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf kir. Di nava şanda ligel Cezad Zerîf de, Balyozê Îranê yê li Îraqê Îrec Mescidî, Konsulê Îranê yê li Hewlêrê Reşnûdî û Konsulê Îranê yê li Silêmaniyê Mehdî Şûşterî hebûn.

Serok Nêçîrvan Barzanî di civînê de behsa pêwendiyên dîrokî yên navbera Kurdistanê û Îranê kir û diyar kir ku di rojên zehmet de Îranê piştgirya Kurdistanê kiriye û got “Li gorî berjewendîyên hevpar di warê aştî û aramîyê de Herêma Kurdistanê dê bi Îranê re di nav têkiliyên cîrantiyek baş de be.”

Cewad Zerîf tekez kir ku welatê wî dixwaze pêwendiyên xwe yên dîrokî digel herêma Kurdistanê baştir bike.

Zerîf, ji ber êrişên roketî yên vê dawiyê  lidijî Hewlêrê, dilgiraniya xwe anî ziman û got “Îran îstîqrar û aramiya heremê dixwaze. Îstîqrar û têkîliyên aborî di berjewendiya herdu aliyan de ye.”

Herwiha di hevdîtinê de li ser rewşa giştî ya Iraqê, têkoşîna li dijî DAIŞê û hebûna hêzên hevpeymaniyê, Peymana Şingalê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê, têkiliyên bazirganî yên dualî û bazirganiya sînor û têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê hatin gotûbêjkirin.

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf îro gihîşt Hewlêrê û li gel Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîr Mesrûr arzanî hevdîtin pêk anî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst