Salîha Aydenîz: Piştî cejnê dê şandeyeke me dîsa were Herêma Kurdistanê

27-03-2025
Mehmed Salih Bedirxan
Nîşan DEM Partî Şandeya DEM Partiyê Salîha Aydenîz DBP Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamantera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîzê diyar kir ku şandeya wan dê sibe vegera Bakurê Kurdistanê û piştî Cejna Remezanê dê şandeya wan dîsa bê Herêma Kurdistanê.

Şandeyek ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ku ji 6 kesan pêk tê hat Herêma Kurdistanê.

Di nava şandeya hevbeşa DEM Partî û DBPyê de Hevserokê DBPyê Keskîn Bayindir, Hevberdevkên Têkiliyên Derve yên DEM Partiyê Berdan Ozturk û Ebrû Gunay, Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Saliha Aydenîz û Endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Adalet Fîdan cih digirin.

DEM Partiyê îro li ser hevdîtinên şandeya DEM Partiyê ya li Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

DEM Partiyê di daxuyaniya xwe de amajê bi danûstandinên şandeyê kir û got:

“Şandeya me ku serdana Rêveberiya Herêma Kurdistanê dike, hevdîtinên xwe didomîne.

Şandeya me ku ji Hevserokê DBPyê Keskin Bayindir, Berdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve Berdan Ozturk û Ebru GUnay, Parlamentera Mêrdînê Saliha Aydeniz û Endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Adalet Fîdanê pêk tê, heta niha bi Serokkomarê Îraqê Abdullatif Reşîd û Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir her wiha bi nûnerên KNK, Tevgera Goran, Tevgera Helwest û Eniya Gel re civiya.

Şandeya me her wiha şeva borî di bernameya îftarê de bi nûnerên baweriyên Misilman, Zerdeşt, Êzidî, Kakayî û Katolîk re jî kom bû.

Di hemû hevdîtin û serdanan de, "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" hat nîqaşkirin û di heman demê de li ser mijarên wekî yekîtiya neteweyî jî danûstandin hatin kirin.

Şandeya me îro dê bi rewşenbîr, nivîskar û akademîsyenên herêmê re bicive û bernameya xwe biqedîne.”

Salîha Aydenîzê ji Rûdawê re eşkere kir ku ji ber hatina Cejna Remezanê şandeya wan pê re negihişt ku li Hewlêrê hevdîtinan pêk bîne.

Li gorî gotina Salîha Aydenîzê piştî Cejna Remezanê dê şandeyeke DBP û DEM Partiyê were Herêma Kurdistanê û li Hewlêrê hin hevdîtinan bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst